Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gavle, Sodehamn û Bollnas ên Swêdê hatin pîrozkirin.

Li Swêdê pîrozbahiyên rojbûna Ocalan berdewam dikin

Li Gavle li ser navê Rêxistina Malbatên Şehîdan Vecdîn Battê axaftinek kir. Battê yê ku cara yekem bi Ocalan re hevdîtin kirîbû, bîranînên xwe anî ziman.

Li ser navê Komuna Jinên Warşîn Evîn Atte, li ser navê PYD’ê Emel Alî û li ser navê Meclîsa Gel a Gavle Hevserok Abdullah Kaya axaftin kirin.

Di pîrozbahiya li Soderhamnê de jî Siwêdiyan cihê xwe tê de girtin. Piştî axaftinan pîrozbahî bi gotina muzîk û gerandina govendê berdewam kir.