Rojbûna Ocalan li Toronto hat pîrozkirin

66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kanada Torontoyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kanada Torontoyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sînevîzyon hatin pêşkêşkirin. 

Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin. Pasta rojbûnê jî ji aliyê zarokan ve hat birîn. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.