Rojbûna Ocalan li Parîs, St. Polten û Helsînkiyê hate pîrozkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê û paytexta Fînlandiya Helsînkiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê û paytexta Fînlandiya Helsînkiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê û paytexta Fînlandiya Helsînkiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
PARÎS
67’emîn roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsî bi coşeke mezin û tevlîbûnek girseyî hate pîrozkirin.
Di rojbûna ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hate organîzekirin de nûnera TJK-E axaftinek kir.
Nûnerê ev gotin: “Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî Kurdistaniyan pîroz be. Azadiya gelê Kurd tenê bi azadiya Rêbertiya wê mimkûn e. Domahiya salekê malbat jî tê de nehatiye hiştin ku bi ti kesî re têkîliyê danîne, tecrîdek girankirî xistine meriyetê. Nêzîkatiya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li beranberî gelê Kurd e. Heta Rêbertî azad bibe em ê di nav çalakiyan de bin. Bê Serok Jiyan Nabe!”
Di pîrozbahiya rojbûnê de Meclîsa Govend a Parîsê, koroya sazê ya zarokan a TEV-ÇAND’ê û hunermendê Kurd Farqîn derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
ST. POLTEN
Li bajarê St. Polen ê Awûstûryayê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 67’emîn hate pîrozkirin.
Pîrozbahî di serî de ji bo şehîdên berxwedana Cizîr, Sûr û Nisêbînê û tevahî Kurdistan û cihanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Meclîsa Jinan Ulkem Bêrîtan ve hat kirin. Bêrîtan berxwedana xwerêveberiyê silav kir, diyar kir ku 4’ê Nisanê ji bo gelê Kurd roja ji nû ve jidayikbûnê ye û vejînê ye.
Bêrîtan wiha got: “Ji ber vê di heman demê de ji bo gelê Kurd û bi taybet jî roja jidayîkbûna me jinan e.”
Piştî axafinê jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinan hatî amadekirin hat xwendin.
Piştre jinan di nava xwe de axaftin nirxandin û pirsgirêkên xwe yên herêmî girtin dest û bi hev re parve kirin. Bi girtina govendê re pîrozbahî bi dawî bû.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo rojbûna Ocalan xwepêşandanek hat lidarxistin.
Bi xwepêşandana ku bi piranî zarok û jin beşdar bibûn, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin û her wiha tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku jidayikbûna Ocalan jidayikbûna jinan e û ev hate gotin; “Jina Kurd pewîst e li azadiya xwe xwedî derkeve.”