Rojbûna Ocalan li gelek navendan hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin.
AACHEN: Li bajarê Elmanya Aachenê bi pêşengiya Komeleya Jinê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnera Tevgera Jinên Kurd axaftina vekirinê kir. Piştî axaftinan jin û zarokan li ber muzîkê pasta birîn. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê dewam kir.
NEUMUNSTER: Li bajarê Neumunsterê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, hat pîrozkirin. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û dûre siyasetmedarê Kurd Cemal Serhat axivî. Serhat diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo Kurdan tê wateya ji nû ve vejînê. Piştî ku pastaya rojbûna Ocalan ji aliyê zarokan ve hat birîn, girseya gel li ber stranên Ozan Bênav govend gerand û pîrozbahiya xwe bi dawî kir.
BONN: Li bajarê Elmanya Bonnê, sala 66'an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin. Ji berdevkên Meclîsê Dayika Rojîn di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de rojbûna Ocalan pîroz kir û diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna azadî û jinê ye. Piştî axaftina Dayika Rojîn peyama KJK'ê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Paşê komeke jinan a endamê Degnê Xwezayê bernameya amade kiribû, pêşkêş kir. Pasta rojbûnê jî ji aliyê zarokan ve li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" hat birîn.
PEINE: Li bajarê Elmanya Peine, rojbûna Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya Kurdistaniyên derdorê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi stranên Dimlî Amed û Memo Kazan dewam kir. Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek ji deng û dîmenên Ocalan hat nîşandan û pasta hat birîn. Di axaftinên li pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de jin û ciwanan govend gerandin û ciwanan findên li ser pastayê vemirandin. Hevserokê Navendê Cemîl Serhat di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û anî ziman ku divê di hilbijartinan de roleke girîng were lîstin. Serhat da xuyakirin ku ew hêvîdar in sala 2016'an sala azadiya Ocalan be. Ji Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Ronahî Meral Denîz jî axivî û rojbûna Ocalan pîroz kir. Piştî axaftinan xebatkarên Meclîsa Çandê ya Den Haagê stranên xwe gotin û hunera xwe pêşkêş kirin.
LINZ: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lînzê, Kurdistanî bi wesîleya 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn. Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir bi axaftina nûnerê Navendê Ozgur Taş dewam kir. Taş rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Bi rojbûna wî re gelê Kurd ji nû ve vejiya. Rojbûna Serokê me li tevahiya gelê Kurd pîroz be." Dûre pastaya bi nivîsa "Rojbûna te pîroz be roja me" ji aliyê zarokan ve hat birîn û pîrozbahiyê bi gerandina govendê dewam kir.
DRAGUINAN: Li bajarê Fransa Dragûîgnanê jî bi wesîleya Newroz û rojbûna Ocalan şahiyek hat lidarxistin. Di şahiya ku jin û ciwan bi giranî beşdar bûn de, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî. Aydar destnîşan kir ku pêvajoya bi Newrozê re destpê kir wê di 7'ê Hezîranê de bi serketinê re tacîdar bibe û bi azadiya Ocalan re bigihêje serketinê. Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan. Di şahiyê de Hozan Comert û Erol Berxwedan derketin ser dikê.
TORÎNO: Li bajarê Îtalya Torîno, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Navenda Çanda Kurd de gelek Kurdistanî amade bûn. Jinan bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiya ku heta danê êvarê dewam kir. Her wiha xwarina ji mutbexa Kurd jî hat pêşkêşkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.