Rojbûna Ocalan li Aşme hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên YPJ’ê ku di heman de salvegera damezrandina YPJ’ê ye jî hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên YPJ’ê ve ku di heman de salvegera damezrandina YPJ’ê ye jî hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gundê Aşme yê li xeta sînor ê Kobanê ye hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ji aliyê YPJ’ya ku di heman de me salvegera damezrandina wê ye jî hat pîrozkirin, ligel fermandarên YPJ’ê rêveberên kantonê jî beşdar bûn. Di pîrozbahiya ku hema li rex Tirba Suleyman Şah hat pîrozkirin, li qadê posterekî mezin ê Ocalan û alên YPJ/YPG’ê hatin daliqandin.  

Piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê, li ber stranan govend hat gerandin. Di pîrozbahiyan de ji bo Ocalan û YPJ’ê du paste hatin qutkirin. Piştî birîna pasteyan şahiyê dîsa destpê kir. Şervanên YPJ’ê skeçên têkildarî berxwedana Kobanê lîstîn.

...