Rizgar, Dilgeş, Hêvîdar û Cesûr ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Rizgar, Dilgeş, Hêvîdar û Cesûr ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Cihan Tekçe (Rizgar Colemerg) û Hamdî Demîr (Dilgeş Marufî) li Colemêrgê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sirûda "Çerxa Şoreşê" hatin definkirin. Piştî definkirina cenazeyan bi mudaxeleya polîsan pevçûn dest pê kir. Cenazeyê gerîla HPG'ê Zarîfe Soylu (Hêvîdar Amed) jî li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganan spartin axê. Cenazeyê gerîla Kaddafî Gulçîmen (Cesur Erzirom) jî li Erziromê spartina xê.

Cenazeyên gerîlayên HPG’êCîhan Tekçe (Rizgar Colemêrg) ê ku di 1-2'ê cotmehê de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da û Hamdî Demîr (Dilgeş Marufî) yê ku di 13'ê cotmehê de li Şemzînan jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê hatin definkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê M. Siddik Akiş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt, rêveberên BDP'ê, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û bi deh hezaran kes tevlî merasîma cenazeyenbûn.

Piştî girseyê cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirtin ber bi Goristana Serê Solan dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Demîr û Tekçe hatin vekirin û ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkiirn. Di dema meşê de welatiyên derdorê jî tevlî meşê bûn. Dema ku girse li ber Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê re derbas dibû ji bo ku tu bûyer dernekevin rêveberên BDP'ê li ber Midûriyeta Polîsan tedbîr girtin. Dema girse li ber avahiya Midûriyeta Polîsan derbas dibû gelek polîsan dîmenên girseyê kêşandin. Piştî girse gihişte taxa Keklîkpinarê hejmara girseyê deh hezaran zêde bû. Piştî cenaze li herêma Kantarê ji ambulansan hatin wergirtin bi ser bilan hate Goristana Serê Solan a li taxa Sumbulê birin. Cenazeyê Gerîla Cîhan Tekçe (Rizgar Colemêrg) raste rast birin goristanê lê cenazeyê Gerîla Hamdî Demîr (Dilgeş Marufî) jî birin mala wî ya li heman tax. Piştî demekê li mal hate girtin pişt re cenaze birin goristanê û li cem gorra Tekçe hate definkirin. Malbatan hine li destên zarokên xwe kirin.

'BEDELÊ WÊ ÇIBE BILA BIBE EM DÊ MAFÊN XWE BIPARÊZIN'

Piştî karên spartinê rêzgirtin pêk hat û girseyê bi hev re sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Pişt re Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt axivî û wiha got: "Raste şehîd namirin. Lê divê li her derê ev hîs bê jiyandin. Şehîdên me rûmeta me ne. Heke îro li vir destketiyên me hebin bi saya têkoşîna wan e." Kurt, bal kişand ser banga agirbesta Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ya ji bo Sûriyeyê kir û wiha axivî: "Dema ku tu vê bangê dikî tu jî xwe fedî naki? Ma tu nava mala xwe nabînî? Her roj çiyayên me tên bombebarankirin û mirovên me tên qetilkirin. Bedelê wê çibe bila bibe em kurd dê mafên xwe biparêzin û di riya şehîdên xwe de bimeşin."

'EM JI BO JIYANEKÎ WEKHEV TÊKOŞÎNÊ DIDIN'

Endamê Meclîsa BDP'ê M. Siddik Akiş jî diyar kir ku kurd êdî xwe ayîdî vê dewletê hîs nakin û wiha got: "Hemû kesên di cîhanê de têkoşîn dan ji bo ku bibin rêveberên kesên din têkoşîn dan. Lê gelê kurd vê yekê naxwaze. Em ji bo jiyanekî wekhev têkoşînê didin."

'OCALAN JI BO ME TÊKOŞÎNÊ DIDE'

Bavê GerîlaHamdî Demîr M. Siddik Demîr jî spasî ji hemû kesên tevlî merasîmê bûn kir û wiha got: "Birêz Ocalan bi salane ji bo vî gelî têkoşînê dide. 14 sal in di hucreyekî biçûk de têkoşînê dide. Di vê rê de ne keçek û ne jî kurekî wî çêbûn. Kurê min di vê re de jiyana xwe ji dest da. Şehîdî vê gelî ye."

Bavê Gerîla Cihan Tekçe Salîh Tekçe jî wiha got: "Heke em tişekî qezence bikin incax em bi yekîtiya xwe qezenc bikin. Xwedê yekîtiya me xerab neke."

Piştî karên definê girse derbasî konê şînê yê ku ji bo Hamdî Demîr li taxa Sumbulê hate vedan bû. Ji bo Cihan Tekçe jî li taxa Karşikayayê konê şînê hate vedan.

Piştî girse ji ser goristanê vegeriya ciwanan li taxa Keklîkpinarê meş li dar xist û polîsan êrîş li meşê kirin. Piştî polîsan bi bombeyên gazê êrîş li ciwanan kir ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Li hinek nokteyên bajar di navbera ciwan û polîsan de pevçûn berdewam dikin.

CENAZEYÊ GERÎLA SOYLU JI ALIYÊ HEZARAN VE HATE DEFINKIRIN

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî bi hezaran kesan cenazeyê gerîla Zarîfe Soylu (Hêvîdar Amed) bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" spartin axê. Serêsibê Esnafên navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî ji ber merasîma cenazeyê GerîlaZarîfe Soylu (Hêvîdar Amed) dikanên xwe venekirin. Malbata Soylu, piştî cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin bi karwanekî mezin cenaze anîn navçeya Bîsmilêya Amedê. Malbate piştî ligel karwanê mezin cenaze anîn taxa Tekelê, cenaze ji aliyê sedan kesên di navde serok û rêveberên BDP, Şaredar Cemile Eminoglu,Seroka MEYA-DER'ê ya Leyla Ayaz, Hevserokên BDP'a Bîsmîlê Nizamettin Azad, Yasemin Şehmusoglu hene, hate pêşwazîkirin. Jinan darbesta cenazeyê gerîla Soylu danîn ser milê xwe û heta mizgefta H. Ali ya gund meşiyan. Piştî merasima olî cenaze ji mizgefta gundê Darli wergirtin û heta goristana gundê Darliya biçûk. Bi hezaran kesên ku darbesta Soylu bi rengên kesk, sor û zer pêçan posterên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê rakirin û bê navber sloganên " Bijî Serok Apo", "Ey şehit xwinate li erdê namine", "Şehit namirin" berz kirin.

'KEÇA MIN JI BO AZADIYA OCALAN JIYANA XWE JI DEST DA'

Piştî girseyê cenazeyê gerîla Soylu spartin axê, bi hezaran kesan li ser gorê rêz girt û "Çerxa Şoreşê" xwendin. Dema Çerxa Şoreşê xwendin ciwanan fîşekên hewayî avêtin. Hevseroka BDP'e ya Bîsmîlê Yasemin Şehmusoglu, sersaxî ji gelê kurd xwest û soza ku dê doza şehîdan a azadiyê bidomîne da. Seroka Amed MEYA-DER'ê Leyla Ayaz jî sersaxî ji malbatê û gelê kurd xwest. Bavê Soylu Bedri Soylu, diyar kir ku keça wî Zarife ji bo hemû gelê kurd şehît buey û wiha got: "Keça min beriya biçe rojekê pirtûk dixwend. Pirtûk ji destê xwe danî û got "Bavê ez dê biçim çiyayê azad. Ez dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşim. Ez dixwazim di oxira wî de bimirim." Pir girêdayî doza xwe bû. Ez wekî bavê wê heta dawiya xwîna xwe dê şer bikim.

JINAN QURNEFIL DANÎN SER GORÊ

Piştî merasimê jinan qurnefil danîn ser gora wê û heta konê sersaxiyê meşiyan. Dema girsê meş pek anî polîsan xwest mudaxale bikin. Hate zanin ku leşkeran gundê Darli dorpêçkir û pişt re bi ser gelek malan degirt. Piştî bi ser malan de girt gelek kes binçav kirin. Dema cenaze şuştin li ser bedena soylu şopa şewatê û lêdanê hebû.

GERÎLA CESÛR LI ERZIROMÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê GerîlaKaddafî Gulçîmen (Cesur Erzirom) ê ku li çoltarê navçeya Kemah a navçeya Erzînganê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da duh ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Karaçobanê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê GerîlaGulçîmen bi tevlîbûna Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erziromê Riza Guler, rêxistinên BDP'ê yên navçeyan û gelek kesên li navçeyê hate definkirin.

Piştî karên veşartinê rêzgirtin pêk hat û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erziromê Riza Guler axaftinek kir û diyar kir ku berpirsiyarê mirina AKP û Serokwezîr Erdogan e. Guler, anî ziman ku ji ber polîtîkayên qirêj ên AKP'ê her roj ciwan dimirin. Guler, da zanîn ku gelê kurd her tim dê xwedî li zarokên xwe derbikevin û banga yekîtiyê kir.

Piştî axaftinê sloganên "Şehîd namirin", "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî karên veşartinê bi dawî bûn girseyê sersaxî li malbatê da.