Rizgar Çewlik hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Beşnî Tasali (Rizgar Çewlik) ê li Amedê di serdegirtina malê de hat înfazkirin, li Çewlikê hat veşartin.
Gerîlayê HPG'ê Beşnî Tasali (Rizgar Çewlik) ê li Amedê di serdegirtina malê de hat înfazkirin, li Çewlikê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Beşnî Tasali (Rizgar Çewlik) ê roja 14'ê Adarê di serdegirtina maleke li apartmaneke li taxa Firat a navçeya Amed Peyasê hat înfazkirin, piştî 20 rojan ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat wergirtin û anîn Çewlikê.
Cenazeyê Tasali anîn mala malbata wî ya li taxa Çûkûr a li navçeya Dara Hênê. Kalkê Tasali Abdûrrahman Tasali nerazîbûn nîşanî rayedarên Walîtiya Tirk dan ku nehiştin cenaze rakin mizgeftê. Piştî ku wecîbeyên olî li malê bi cih hat anîn, cenazeyê Tasali birin Goristana Darahênê. Di merasîma li vê derê de ku rêveberên HDP, DBP ên navçe û bajaran û gelek kes amade bûn, cenazeyê Tasali bi duayan hat veşartin. Girseya gel piştî veşartina cenaze çû mala malbata Tasali ya li taxa Çûkûr jê re sersaxî xwest.