Piştî ku hêzên YPG’ê li eniyên rojhilat û rojava ve ketin bajarê Girê Spî (Til Ebyed) şaneyên razayî yên Burkan El-Firat û YPG’ê li bajaroka ên Îsa ketin tevgerê û rêya Girê Spî-Heleb a navneteweyî xist bin kontrola xwe.
Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, şervanên YPG/YPJ’ê saet derdora 17.00’an gihiştin sînorê bajarê Girê Spî ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê bixin dorpêçê, şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat li bajaroka Ên Îsa yê statejîk û çerxeriya wê xistin bin kontrola xwe û bi vê yekê rêya di navbera Reqa û Girê Spî qut kirin. Hat zanîn ku Ên Îsa ya stratejîk û çerxeriya wê ya li ser rêya navneteweyî ji aliyê şaneyên razayî yên hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat va hatine bidestxistin û têkiliya di navbera Girê Spî û Reqa ji aliyê wan şaneyan ve hatiye birîn. Dîsa li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin hêzên YPG û Burkan El-Firat gelek rêyên di navbera Reqa û Girê Spî girtine.
Bajaroka Silûk ku ev sê rojin bûye navenda pevçûnan bi temamî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin, hemû têkiliya çeteyan bi derve re hatiye qutkirin. Hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê gelek mayîn û teqemenî li bajaroka Silûk bi cih kirine, loma şervanên YPG’ê destûr nadin ketin û derketina bajarok.