Şervanên YPG’ê gundê Cisêriyê yê li ser rêya di navbera Girê Spî û Reqayê de rizgar kirin û bi vê yekê re rêya Reqa û Girê Spî bi temamî xistin bin kontrola xwe. Şervanan li rojavayê Girê Spî jî 4 gundên din rizgar kirin.
Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji eniyên şer ragihandin şervanên YPG/YPJ’ê saet di 12.15’an de gundê Cisêriyê yê 17 kîlometreyan li başûrê Girê Spî ye û li ser rêya di navbera navbera Girê Spî û Reqayê de ye, rizgar kirine. Bi vê yekê re kontrola rêya di navbera Girê Spî û Reqayê de bi temamî ket destê hêzen YPG/YPJ'ê.
Şervanên YPG’ê di heman demê gundên Hicaciyê, Xatoniyê û Mindalî ên dikevin rojavayî Girê Spî di milê sînor ji çeteyan paqij kirin. Opersyonên şervanên YPG’ê û Bûrkan El-Firat ên ji bo rizgarkirina Girê Spî bê navber didome û pêşveçûna şervanan bê navber û bi lez dom dike.