Rêya Amed-Mûş ku duh ji ber sedema barîna befrê hatibû girtin, di encama xebatên yekîneyan de rê hate vekirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh ji ber sedema barîna befrê rêya Amed-Mûş ya li Kozme navbera navçeya navçeya Pasûr û Mûşê hatibû girtin, di encama xebata Yekîneya Xizmetbirina Gund û Rêyan hate vekirin. her wiha 15 wesayîtên di encama barîna befra zêde asê mabûn jî hatin rizgar kirin.