Rêxistinên Civakî yên Başûr piştgiriyek bihêz dan çalakiya birçîbûnê

Rêxistinên Civakî yên Başûr piştgiriyek bihêz dan çalakiya birçîbûnê

Rêxistinên Civakî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û di roja 54’an de didome, civînek pêkanîn û biryara çalakiyê girtin.

Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehê Tirk da dane destpêkirin û di roja 54’an de didome, hemû rêxistinên civakî yên girêdayî Federasyona Rêxistinên Civakî yên Başûrê Kurdistanê îro li bajarê Hewlêrê civiyan. Di civînê de heyetekî 9 kesî hate hilbijartin. Komîsyona 9 kesî ya hate hilbijartin dê li ser navê Rêxistinên civakî tevlî civîna partiyên siyasî ya îro di demjimêr 15.00’an de pêk bê bibe. Dê li gorî biryara di civînê de derbikeve nexşerêya xwe diyar bikin.

Berdevkê Federasyona Rêxistinên Civakî yên Başûrê Kurdistanê Sîrwan Gerdî da diyarkirin ku, armanca bingehîn ya civînê ewe ku piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li Tirkiye û Kurdistanê û her wiha destnîşan kir ku, ew dixwazin bi heyeta ku avakirine li gel partiyên siyasî biryarekî hevpar bigirin. Gerdî anî ziman ku, wan di civînê de heyetekî 9 kesî hilbijartiye û ew heyet dê di demjimêr 15.00’an de tevlî civîna partiyên siyasî bibin. Gerdî da zanîn ku, bi vî awayî ew dê li herêmê bi şêweyekî girseyî dewleta Tirk ptotesto bikin û piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê.

‘PÊWÎSTE BERJEWENDIYÊN BAZIRGANÎ Û NETEWÎ TEVLÎHEV NEKIN’

Endamê dîwanê û Sekreterê Yeketiya Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê Umêd Xoşnaw ragihand ku, bi armanca piştgirî dayîn çalakiya birçîbûnê di civînê de gelek dîtinên cûda û pêşniyar hatin ziman. Xoşnaw anî ziman ku, gelek pêşniyarên weke ber bi Balyozxaneya Tirk û nûnertiya NY’ê ve meş hatin. Xoşnaw ragihand ku, hinek nûnerên Rêxistinên Civakî fikarên xwe yên bazirganiya bi Tirkiyeyê re anî ziman û wiha got: “bazirganî, aborî cûdaye, yeketiya netewî û siyaseta vê cûdaye. Pêwîste van her duyan tevlîhev nekin.”