Rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê belavokek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk weşandin

64 rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê belavokek belav kirin û dewleta Tirk şermezar kirin, ku di ser Cerablûsê re Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Rewşenbîran bang li her kesî kirin, ku li ber vê dagirkeriyê rabin.

Rewşenbîran dan xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo têkbirina Şoreşa Rojava bi salan destek da DAIŞ'ê, lê dema ev bi ser nexist, vê carê dest bi dagirkirina Rojava kir. Rewşenbîran bang li alîgirên azadiya gelan kirin, ku ji bo şoreşa Rojava veguhere şoreşa Rojhilata Navîn, li dora vê têkoşînê li hev bicivin.

JI BER KU ÇETEYAN NEKARÎBÛN BIKIN, DEST BI DAGIRKERIYÊ KIR

Di belavokê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi bahaneya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê rêxistinên xwe yên çete yên bi navê Nûreddîn Zenqî, Sûltan Mûrad, Siqûr El Cebel û Feyleq Şam, bi salan e li diî Şoreşa Rojava bi kar tîne û hat gotin, piştî ku jê nehat vê bi ser bixîne, vê carê jî tevî DAIŞ'ê dest bi dagirkirina Rojava kir.

Rewşenbîrên ji Rojhilatê Kurdistanê bal kişandin ser girîngiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo siberoja Sûriye û Rojhilata Navîn û diyar kirin, di heman demê de xeteriyê gelekî mezin hene. Rewşenbîran dan zanîn, hêzên paşverû, faşîst û mêtînger ji bo têkbirina şoreşê li hev kirine û destnîşan kirin, ev xeterî bi têkoşîneke hevpar dikare bê pûçkirin.

Di dawiya belavokê de ev bang hat kirin:

"Ji bo li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çareserî û aştî pêk neyê, ev hêz hemû ketin nava hewldanan. Lê belê eger em jî dixwazin ji nava vê kaosê derkevin, eger em dixwazin destekê bidin Şoreşa Rojava, divê bi yek dengî em li hev bicivin.

Ji bo xeteriyên li ser Şoreşa Rojava bên beralîkirin û şoreş bi ser bikeve, divê em ji sedî sed eniya têkoşînê xurt bikin. Pêwîste Rojava bi ti awayî bi tenê neyê hiştin.

Ji ber vê yekê, em bang li her kesên alîgirê azadiyê ne dikin, ku xwedî li Rojava derkevin. Bi desteka xwe ya madî û manewî, bi meş û mîtîngan, bi stran, helbest û fîlmên xwe divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin."

Rewşenbîrên mora xwe danîne binê belavokê:

Abbas Velî
Kamran Metîn
Seylî Qefar
Hesen Mortezevî
Mohemed Maljou
Pervîz Sêdaqet
Morad Ferhad Pour
Salêh Nejefî
Kemal Xosrevî
Ekber Mesoum Beygî
Foad Taban
Jêlve Jevahêrî
Şadî Emîn
Gona Seîd
Pervîn Erdelan
Ava Homa
Sebrî Behmenî
Mehîn Şokrolahî
Seher Dînarvend
Kejal Alî
Golrox Qobadî 
Pervîn Bextiyar Nêjad
Beyan Azîzî
Kawe Benaî
Mohemed rêza Şalgounî
Mohsên Hekîmî
Borhan Ezîmî
Nejmedîn Qolamî
Mensour Teyfourî
Haşim Ehmed Zade
Zerdeşt Nouredîn 
Velîd Omer
Osman Mozeiyen
Şahêd Elevî
Zaniyar Omranî
Sebah Nesrî
Sasan Emjedî
Maziyar Tataî
Erselan Reyhanzade
Nadêr Fetourêçî
Mohemed Rezaîrad
Bêhzad Gorjî
Nîma Ïsapour
Areş Veysî 
Reza Alîpour
Hadî Xêredmend
Teymour Eliyasî
Emîr Kiyanpour
Kawe Daroşefa ا
Hejîr Plasçî
Fereydoun Teymourî
Hêsam Selamet
Roqeye Rezaî
Abas Şerabî 
Tahêr Xedîv
Younis Qorbanîfer
Elvar Qolîvend
Mîlad Poştîvan
Dilêr Kemanger
Ferzane Jelalî
Fatême Kerîmî
Hawjîn Beqalî
Someye Rostempour 
Efsane Bêhêştîzade