Rêwiyên Amarayê li Sêweregê hatin binçavkirin.
Girseya gel a ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibe ji Amed û Sêrtê ketine ser rêya Amarayê, ji duh êvarê û vir ve li pêşiya navçeya Riha Sêweregê tê sekinandin.
Girseya gel a ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibe ji Amed û Sêrtê ketine ser rêya Amarayê, ji duh êvarê û vir ve li pêşiya navçeya Riha Sêweregê tê sekinandin.
Girseya gel a ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibe ji Amed û Sêrtê ketine ser rêya Amarayê, ji duh êvarê û vir ve li pêşiya navçeya Riha Sêweregê tê sekinandin. Ji ber astengiyan, girseya gel a bi 2 otobusan hatibû, ji neçarî vegeriya Sêrt û Amedê. Lê belê di rê de pêşî li otobusan hat birîn û ew birin Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Sêweregê.
Hat ragihandin ku zêdeyî 60 kes hatine binçavkirin.
Navên çend ji kesên hatin binçavkirin ev in: Hatûn Kaçar, Hediye Ozer, Raziye Ekîncî, Kûmrû Kaçar, Vetha Kaçar û Hediye Kaçar.