Di vê dema ku dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî kurdan zêde kiriye de û şer li Kurdistanê dijwar dibe, ciwanên kurd dibêjin‘min got ez jî cih di têkoşîna azadiya kurd de bigirim’ û berê xwe didin çiyayê Kurdistanê. Ligel hemû propagadayên derew yên AKP’ê ciwanên kurd rêya gerîla çêtir dibînin û ev jî nîşan dide ku AKP êdî di qonaxeke xerab de ye.
Belê payîz e û her der bi rengên payîzê xemiliye. Em li qadên gerîlayan in. Hemû rê bi belgên daran hatine girtin û em ber bi kampa gerîla dimeşin. Em digihêjin kampê. Ev kamp kampa ku gerîlayên nû tevlî dibin û perwerdehiyê dibîne ye. Ji ber ku me gelek kampên gerîla dîtine, kêm be jî em êdî dikarin tiştên nû yên di jiyana gerîla de ji hev cuda bikin. Ciwanên ku bi coş û kelecaneke mezin ya weke dilê zarokekî, çavên ku bi mereqek mezin li derdorê baldar in, her tim di nava hewldaneke ku tiştekî nû hîn bibe û bê guman hewldana wan ya ku tiştekî ji hevalên xwe yên bi salan in li çiyayên Kurdistanê mane, hîn bibin û ji her tevgereke wan dersê derbixin.
Her yek jî ji deverên cuda yên Kurditanê, ji bajar, bajarok û gundan hatine. Hinekan tenê dibistana seretayî jî neqedanine, hinekan di beşa herî hilbijarte ya zanîngehê de xwendiye an jî dest jê berdaye, hinekaran karekerî kiriye, hinekan di xebatên siyasî de cih girtiye. Hinekan bertek nîşanî cerdevaniyê daye, hinekan bertek nîşanî wehşeta Pozanti daye, hinekan jî ji bo ku ji Komkujiya Roboskê re dibin bersiv, hinekan xwestiye li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe dengek û hinekan jî ji bo ku li dijî politîkayên şert yên înkar û îmhakirina gelê kurd a Hikûmeta AKP’ê nebin temaşevan qadên gerîla çêtir dîtine û ketine vê ser vê rêyê.
JI HEMAN GUNDÎ 7 CIWAN BI HEV RE HATINE
Em dixwazin van ciwanên kurd yên ku çavekî bi mereq li derdorê dinêrin ji nêz ve nas bikin. Ya herî balkêş jî ev e ku koma weke Axçira tê nasîn e. Kom navê xwe ji navê gund Axçira digire. Gund girêdayê navçeya Elcewaza Bedlîsê ye û bi welatarêziya xwe tên nasîn. Ji gund gelek kes tevlî refên gerîla bûne. Ji vî gundî 7 ciwan bi armanca ku nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên înkar û îmhayê ya li ser gelê kurd a hikûmeta AKP’ê nîşan bide, tevlî refên gerîlayan bûne. Hemû xizmên hev in. Yê her yekî jî teqez kesek ji malbata wan tevlî gerîla bûye. Hinekan di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Hemûyan jî bo xwe navsnavên weke Şervan, Amara, Sîpan, Egîd, Êrîş, Rûbar hilbijartine. Ji bo wan her yekê wateya navê wan hene: ya navê gerîlayê ku xizmên wan bû an jî navê gerîlayê ku piştre nas kirine.
BERIYA WÊ 3 BIRAYÊN WÊ TEVLî BÛNE
Gerîla Sarîna jî ji gundê Axçayiz a Elcewaza Bedlîsê hatiye. Qet dibistan nexwendiye. Sedema hatina xwe ya gerîla jî; ji derdor û malbata wê gelek kes tevlî gerîla bûne. 3 birayên Sarîna tevlî gerîla bûne. Birayekê wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Du heb jî di nava refên gerîlayan de ne. Sarîna diyar dike ku piştî birayên min tevlibûna gerîla xeyala min a zarokatiyê bû.
LI DIJÎ TECRÎDÊ BERTEK
Gerîlayê bi navê Erdevan Zaxoyî jî di sala 1985’an de li Başûrê Kurdistanê Zaxo ji dayik bûye. 8 salan xwendiye. 3 caran hatiye binçavkirin. Herî dawî di pîrozbahiya Newrozê de hatiye binçavkirin. Erdevan jî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekiriye û tevlî gerîla bûye û wiha dibêje: “Ger li Kurditanê pêşveçûneke paş pêk were ev dê bi xêra PKK’ê dê pêk were.”
JI ZANÎNGEHA ENQEREYÊ TEVLÎ BÛYE
Gerîla Asya Gîlîdag di 1992’an de li Îdirê ji dayik bûye û ji Enqereyê tevlî gerîlayan bûye. Li Zanîngeha Enqereyê di Fakulteya Erdnîgarî û Dîrokê de pola sêyemîn de dibistan bi cih hişt û tevli gerîlayan bûye. Dema zanîngehê dixwîne di wargehek a Fetullah Gulende bû maye. Di vê pêvajoya ku di wargehê de maye ji ber ku kurd bû rastî heqaret û zextan hatiye. Dîsa li wir ciwanên kurd çawa tên asîmîle kirin dîtiye. Her çendî Asya wê demê zêde bi siyasetê re mijul nabe jî, li dijî heqaretên Fetullahiyan a li dijî kurdan hêrseke mezin jiyaye. Herî dawî hem komkujiya Roboskê û hem jî wehşeta girtîgeha Pozantiyê bandorek mezin li Asiye kiriye û Asiye biryara tevlibûna gerîla dide. Asya ku her tim di bin zextan de bû derbarê tiştên li gerîla jiyaye wiha dibêje: “Sekna hevalan a bi îrade hêzê dide min. Ev der cih û warê me ne. ji ber vê jî ez xwe ji vir dibînim.
MALBATA WÎ JI CERDEVANÊN BABATAN E
Baran Medya jî di sala 1990’an de li bajaroka Sêgirkê a Şirnexê ji dayik bûye. Malbata wî ji eşîra Goyî ye û malbata wî ji cerdevanên Babatan e. Gundê wan gundê cerdevanan e. Bavê Baran 20 salan cerdevanî kiriye. Baran her tim li dijî pergala cerdevaniê ya dewleta tirk bi nakok jiyaye. Bi taybetî dema li dibistanên dewleta tirk dixwend ji ber ku kurdî axivîne her tim rastî zextên mamosteyên xwe hatine. Piştî dibistana amadeyî li Stenbolê ji ber nasnameya xwe ya kurd her tim rastî heqaretan hatiye. Di salên xwe yên ciwantiyê de bi bandora tevgera azdiya Kurdistanê re tiştên qewimîne qebûl nekiriye. Piştî vedigere gundê xwe bandara pergala cerdevaniyê û polîtîkaya liser mirovan baştir şopandiye. Ligel ku gundê wan gundê cerdevanan bû her tim rastî heqareta leşker û memurên tirk hatine û ji ber van zextên li ser wan biryar daye kut evli refên gerîla bibe. Baran ku bi çand û zimanê xwe jiya wiha got: “Ger mirov bi çanda xwe bijîn mirov xwe zêdetir azadî dibînin.”
MELE BÛ
Cudî Rustem yê ji Colemêrgê jî li malê mamostetiya olî û li mizgeftê jî meletî kiriye. Di 2001’ê de li Konyayê du salan Îmam Hatîp xwendiye. Di 2009’an de li Stenbolê li Qişlaya Kenan Evren leşkeriya tirk kiriye. Li leşkeriyê bûye şahid ku çawa ciwanên kurd tên kuştin û piştre ji malbatan re dibêjin ‘xwe kuştine’. Cudiyê ku di bin bandora ol de jiyaye li dijî zextên dewleta tirk a li ser gelê kurd tehemul nekiriye. Cudî wiha dibêje: “Dayikên kurd li kolanan ji aliyê polîsan ve dihatin copkirin, milên zarokan dihatin şkandin û herî dawî komkujiya Roboskê biryara min zelal kir.”
DESTÛR NEDAN SIYASETÊ BIKE
Celal Baz di sala 1989’an de li navçeya Kopa Mûşê li gundê Yazbaşi ji dayik bûye. Celal her roj dibe şahidê zext, zordarî û êrîşên dewleta tirk ya li ser gelê kurd. Di 2010’an de piştî ku jina kurd Şîrîn Elemhulî ji aliyê rejîma Îranê ve tê darvekirin, hêrsa wî mezin dibe. Celal diyar dike ku li her derê ku dijîn rastî zext û zordariyan hatine û got ji ber vê yekê xwestiya xebatên siyasî baskên ciwanan de cih bigirin. Lê dewleta tirk destûr nedaye Celal siyasetê bike. Ji ber zext û zordariyên dewleta tirk Celal tevli refên gerîla bûye.
ŞAHIDÊ KOMKUJIYA ROBOSKÊ
Serbest Qeşûrî jî li Qilana Şirnexê li gundê Andaç ji dayik bûye. Gundekî nêzî Roboskê ye û gundekî cerdevaniyê dike ye. dema 34 ciwanên kurd bi balafirên şer yên tirk hatine qetilkirin Serbest li malê bûye. Serbest diyar dike ku ew serê sibê bi komkujiyê hesiyane û bi gundiyan re çûne cihê komkujiyê. Serbest wiha dibêje: “Dema em çûn wir me wehşet dît. Hem hêrs û hem jî xofek mezin hebû. Her der berf bû. Dîmenek wehşet bû. Parçeyên goştê mirovan li der dorê belav bibûn. Gundiyan hewl dida goştê hêstir û mirovan ji hev cuda bike. Hêstir bi barên xwe ve parçe parçe bibûn. Em êvarê hatin gund û me cenaze şandin Qilabanê.” Dedora Qaşura pir zêde di bin bandora Roboskê de mabûn. Gerîla Serbest diyar dike ku piştî komkujiyê ne mumkun bû ku li dijî pêkanînên dewleta tirk wek temaşevan bimîne.
Hêj bi dehan çîrokên wisa hene. Çima ciwanên Kurd tên van çiyayan em hemû sedemên wan baş dizanin. Zextên hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk dîsa bandorê li ser hemû parçeyên Kurdistanê dike. Ciwanên kurd ji ber vê riya herî zor ya têkoşînê çêtir dibînin û çima ev ciwan diçin çiyê baş tê zanîn. Hemû jî ji bo çi têdikoşin gelek baş dizanin. Hem jî li dijî propagandaya AKP’ê ya ‘qediyan, belav bûn, dema xwe ya herî qels dijîn’ bi sekneke mînak sekinîne.