Rêwîtiya Amedê ber bi UNESCO'yê

Ji bo Amed bikeve nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCOyê tenê çend rojek man. Amed ku piştî Çînê xwedî sûrên herî dirêj e, bi sûr û Baxçeyên Hewselê, namzet e bibe 'Mîratya Cîhanê'.

Tê gotin ku çend roj mane Amed cihê xwe di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê UNESCO de bigire. Di civîna li bajarê Elmanya Bonnê destpê kir de, wê ji bo mîrateya dîrokî ya Amedê bibe 'mîrateya cîhanê' biryara dawî were dayîn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî wê ji 2'ê Tîrmehê û pê ve beşdarî vê civîna ku dosya endametiyê lê were nirxandin, bibin.

Sûrên dîrokî ku sembola bajêr in, bi nivîsar û fîgurên ser dişibin muzeyeke servekirî, bi 5 hezar û 700 metir dirêjî û 12 metir bilindiya xwe bi hezaran salan e li ser qadeke 700 hektarî hebûna xwe didomîne ligel Baxçeyên Hewselê ji bo “Mîrateya Cîhanê” bêne tescîlkirin hemû amadekarî bi dawî bûn. 

Civîna UNESCO'yê ku wê biryarê bide ka kîjan bajarî ji bo lîsteya mîrateyên çandî ya cîhanê bipejirîne, di 28'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Bonnê dest pê kir.   

Civîn wê heta 8ê Tîrmehê bidome, ji Şaredariya Bajarê Mezin gelek rayedarên ji beşên Rêveberiya Qadê, Avedanî, Têkiliyên Derve û Geşkirina Aboriya Xwecihî bo lobîkirinê beşdarî vê civînê bûne. 

Hemû belge û dokumanên ku Rêveberiya Qadê amade kiriye pêşkêşî delegasyona UNESCOyê hate kirin û piştgirî hate xwestin. Li gel Tirkiyeyê bi delegasyonên Cezayîr, Kolombiya, Fînlandiya, Elmanya, Hîndîstan, Jamaîka, Japonya, Kazakîstan, Komara Koreyê, Lubnan, Malezya, Perû, Fîlîpîniyan, Polonya, Portekîz, Qetar, Senegal, Sirbîstanê re têkilî hate danîn û berî biryarê xebatên danasînê bi wan re hatin kirin. 

HEVŞAREDAR WÊ DI 2'Ê TÎRMEHÊ DE BEŞDARÎ CIVÎNÊ BIBIN

Di vê civînê de wê endamtiya Amedê bê guftugokirin û hevşaredarên bajarê mezin Gultan Kişanak û Firat Anli jî wê ji 2'ê Tîrmehê pê ve beşdarî vê civînê bibin. Li gel wan Hevşaredarên Sûr û Yenîşehrê jî wê amade bin. Her wiha di civînê de wê mîrateyên cîhanê yên li Sûriye, Iraq û Afganîstanê ku xetere li ser wan heye jî bêne ber gotûbêjan û banga parastinê li dewletan bê kirin.