Rêveberiya Kobanê: Der barê komkujiyê de lêpirsîn hat destpêkirin

Rêveberiya Kantona Kobanê da xuyakirin, ku wan der barê komkujiya çeteyan kirin de lêpirsîn dane destpêkirin. Rêveberiyê bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku bûyerê lêkolîn bikin.

Rêveberiya Kantona Kobanê da xuyakirin, ku wan der barê komkujiya çeteyan kirin de lêpirsîn dane destpêkirin. Rêveberiyê bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku bûyerê lêkolîn bikin û xwest, vê komkujî weke jenosîdeke li dijî gelê Kurd û mirovahiyê nas bikin.

Rêveberiya Kantona Kobanê der barê komkujiya 25`ê Hezîranê de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê û hêzên ku hevkariya wan kirine ve li Kobanê hate kirin, li ber avahiya rêveberiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Meclisa Rêveber a Kantonê Xalid Berkel, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Serokê Desteya Tenduristiyê Welat Kobanê û bi dehan endamên desteyan amade bûn.

Li ser navê rêveberiyê daxuyanî ji aliyê endama rêveber a radyoya Dengê Kobanê Dilîşan Îbiş ve hat xwendin.

"HIN HÊZAN ALÎKARIYA ÇETEYAN KIRINE"

Dilîşan Îbiş bibîr xist ku di 25’ê Hezîranê roja Pêncşemê seat di 05.00’ê sibehê de çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî Kobanê kirine û hin hêzan alîkariya wan kirine. Îbiş got: "Koalîsyona Suriyeyê ya li ser rêya dewleta Tirkiyeyê dimeşe û hêzên piştgirî didin wan ên wekî desthilatdariya Tirkiyeyê, di çapemenî û daxuyaniyên xwe de hewl didin para xwe ya di nava vê bûyerê de veşêrin. Zemîna vê komkujiyê, ji aliyê wan ve hatibû amadekirin. Wan hêzên tarî dixwestin serketina li Girê Spî, vekirina deriya Cezîre û Kobanê, bêbandor bikin. Her wiha dixwestin pêşveçûna hemleya Şehîd Rûbar Qamişlo jî vala derbixin."

Dilîşan destnîşan kir ku armanca vê komkujiyê ji aliyê leşkerî zêdetir, siyasî û civakî bû ye û wiha dom kir: "Dixwestin gel û pêkhateyên kurd,  ereb, tirkmen, suryan-asûrî bi hevdû bidin şikandin; peşiya biratiya gelan, Netewa Demokratîk  û Suriyeke Demokratîk bigirin. Bila baş bê zanîn ku em bi hemû gelan re dixwazin di nava aşitî û biratiyê de bihev re jiyan bikin. Em li hemberî tu kesekî û cîranên xwe ne êrîşkar û hêzekî tehdîdî  ne. Lê belê ji ku were bila were, li hemberî hemû êrîşan jî em ê gel, welat û nirxên xwe biparêzin."

"233 ŞEHÎD Û 273 BIRÎNDAR HENE"

Dilîşan Îbiş der barê hejmara şehîd û birîndarên komkujiyê de agahî dan û got: "Di vê komkujiyê de piraniya wan zarok û jin, bi giştî 233 kes şehîd bûn û 273 jî birîndar bûn. Em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînîn, sersaxiyê ji malbatên wan û gelê Kurdistanê; ji birîndaran  re jî  şifayê dixwazin. Em ji gelê xwe re soz didin ku tola şehîdên xwe hilînin. Bedela wê çi dibe bila bibe, heyanî keç û xortek kurd bimînin jî, em ê Suriyeke demokratîk, Kurdistaneke azad û xweser, biser bixin."

Dilîşan bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku bi berpirsiyariya xwe rabe û ev tişt anîn ziman: "Gelê me, li hemberî hemû xeterî û êrîşan hişyar be; eger tiştekî gumanbar dîtin an jî pêhesiya, di dema xwe de hêzên Asayîşê û cihên têkildar agahdar bikin. Jin û ciwan jî, li gorî berpirsiyariya xwe tevbigerin û tevlî refên Asayîş û YPG-YPJ’ê bibin. Ji gundan, heta tax û bajaran gelê me bi tevlîbûna xwe ya çalak bila hêzên parastina civakî bi hêztir bike."

"WÊ BÛYER BÊ LÊKOLÎNKIRIN"

Dilîşan, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê wê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve vê komkujiyê lêkolîn bike û got: "Cîhên ku kêmasî lê derketine em ê tespit bikin û hesab bistînin. Em ê encamên lêkolînê bi gelê xwe re parve bikin. Em ê ji kesên li pişt vê komkujiyê bûne, bi tûndî hesabê bi xwazin. Tu carî îradeya me ya azad wê gav bi paş ve ne avêje."

"BILA NY LÊKOLÎN BIKE"

Dilîşan di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hemû sazî û hêzên mirovahî yên navneteweyî jî kir û got: "Em dixwazin ku ev sazî bi erka xwe rabin û komîsyoneke lêkolînê bişînin kantona Kobanê da ku vê komkujiyê lêkolîn bike û wekî ‘jenosîda il dijî  Kurdan û miravahiyê’ bi nav bike. Ev banga me ji bo sazî û hêzên Kurdistanî jî derbasder e."

Di dawiya daxuyaniyê Dilîşan li ser navê rêveberiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî, ji birîndaran jî şîfaya xêrê xwest.