Rêveberê Navenda Giştî ya BDP’ê hate binçavkirin

Rêveberê Navenda Giştî ya BDP’ê hate binçavkirin

Polîs û tîmên tevgera taybet di ser Mêvanxaneya Şareadriya Dêrsimê de girtin û xebatkarê Navenda Giştî ya BDP’ê Dogan Aydin binçavkirin.

Şeva din di demjimêr 01.00’an de polîs û tîmên taybet yên rûpûş ve deriyê Mêvanxaneya Şaredariya Dêrsimê şkandin û ketin hundir.

Hate ragihandin ku, di dema serdegirtinê de xwendekarên zanîngehê û xebatkarê Navenda Giştî ya BDP’ê Dogan Aydin yên di mêvanxanê de avêtin serdê û çek xistin serê wan de. Di lêgerîna mêvaxaneyê de dest danîn ser hinek pirtûkan û Dogan Aydin binçavkirin. Sedemê binçavkirina Aydin nehate zanîn û hate ragihandin ku Aydin birine Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê.

Di demjimêrên serê sibehê de Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn hate mêvanxaneyê û dema têkildarî serdegirtinê agahî ji xwendekaran digirt, komek ya polîsan hat wê derê. Polîsan da diyarkirin ku, ew ji bo derî û camên şikandî çêbikin hatine, dema ku Şahîn bertek nîşandan, derî û cam çênekirin û ji mêvanxaneyê derketin.