Rêveberê DBP'ê Akkaya: Divê gelê Kurd ji bo Ocalan rabe ser piyan

Rêveberê DBP'ê Arîf Akkaya ku yek ji beşdarên greva birçîbûnê ye xwest, tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin û got, "Girîng e gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derkeve, ji bo wî li ser piyan be."

Greva birçîbûnê, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were lidarxistin li Amedê bi rengekî bêdem-bêdorveger destpê kir, di roja 4. de ye. Ji beşdarên grevê rêveberê DBP'ê yê bajêr Arîf Akkaya ji ANF'ê re axivî 

'EM Ê BI AZADIYA RÊBER APO RE AZAD BIBIN'

Akkaya da xuyakirin, ku Tevgera PKK'ê ya bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd bi cîhanê daye naskirin û got, "Di roja îro de her kes, hemû gel û civak xwedî li rêberê xwe derdikevin. Tiştekî gelekî normal û xwezayî ye ku em jî xwedî li rêberê xwe derdikevin. Kengî Rêber Apo azad bû, em ê jî xwe azad bibînin. Armanca me ya destpêkê, agahîgirtina ji Rêber Apo ye. Lê belê ev yek wê bi agahîwegirtinê neqede. Armanca me ya bingehîn azadiya Rêberl Apo ye."

'DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVE'

Akkaya da xuyakirin, ku piştî berxwedana Sûrê destpê kir ew 4 mehan li girtîgehê hat girtin û bibîr xist, ku beriya niha jî weke nerazîbûnek li sîstema dewletê, ew ketibû greva birçîbûnê.

Akkaya destnîşan kir, ku divê gelê kurd li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê bêdeng nemîne û got, di demeke bi vî rengî de lazim e gelê Kurd li ser piyan be.

Arîf Akkaya ji gelê Kurd xwest, xwedî li Rêberê xwe derkeve û bi rengekî zelal nerazîbûna xwe nîşan bide.

...