Remziye Bor hat ser hişê xwe: Polîsan derî şikandin û gule reşandin

Remziye Bor a ducanî ya li Wanê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, ku duh êvarê hatibû îdîakirin, mirina mejî pêk hatiye, hat hînbûn li ser hişê xwe ye.

Remziye Bor a ducanî ya li Wanê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, ku duh êvarê hatibû îdîakirin, mirina mejî pêk hatiye, hat hînbûn li ser hişê xwe ye.

Li taxa Xaçortê ya navçeya navendî ya Riya Armûşê ya Wanê, çeteyan duh bi ser malan de girtin û jina bi navê Remziye Bor a ducaniya 7 mehî bû birîndarkirin. Rewşa Bor û pitika wê cidî ye. Bor ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Bor serê sibê hat ser hişê xwe û diyar kir ku polîsan deriyê malê şikandin û ketin hundir. Bor, ji dayika xwe re got "Polîsan derî şikand û ketin hundir. Piştî ketin hundir gule li ser min reşandin. Ji bo pitika Bor a ji dayik nebûye bê rizgarkirin jî hewldanên doktoran didome. 

Jin wê di pêşengiya KJA û DBP'ê de saet di 13.00’an de li ber nexweşxaneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.