Rejîma Îranê sîxurtiyê li ser girtiyê Kurd ferz dike
Rejîma Îranê ku ji bo şkandina vîna girtiyên Kurd ên siyasî her tiştî dike, vê carê li ser wan sîxurtiyê ferz dike.
Rejîma Îranê ku ji bo şkandina vîna girtiyên Kurd ên siyasî her tiştî dike, vê carê li ser wan sîxurtiyê ferz dike.
Rejîma Îranê ku ji bo şikandina vîna girtiyên Kurd ên siyasî her tiştî dike, vê carê li ser wan sîxurtiyê ferz dike. Rejîma Îranê li ser girtiyê Kurd ê siyasî Mehmûd Emîn Agoşî ku berpirsê girtiyên siyasî yên Kurd e, sîxurtiyê ferz dike.
Li gorî nûçeyek a MafNewsê, rêveber û rayedarên girtîgeha Zahîdan gef li berpirsê girtiyên siyasî yên Kurd Mehmûd Emîn Agoşî dixwin ku sîxurtiyê ji bo wan bikin. Rayedarên girtîgehê dibêjin ger ew sîxurtiyê qebûl neke, ew ê nehêlin bi malbata xwe re hevdîtinê bikin.
Birayê Mehmûd Emîn Agoşîyê mamoste, serî li dadgeha li bajarê Zahîdan a Îranê da û da zanîn ku ger birayê wî hevkariya rêvebertiya girtîgehê neke, ew ê nehêlin birayê xwe bibînin.
Mehmûd Emîn Agoşî bi hinceta “sîxurtiyê” bi 10 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û heta niha jî di girtîgeha Zahîdan de ye.