Rejîma Îranê li Serdeştê 2 kes qetil kir

Rejîma Îranê li Serdeştê 2 kes qetil kir

Leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Serdeştê gule li kasibkarên Kurd reşand û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja sêşemê, leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Serdeştê bê ku hişyar bikin, gule li kasibkarên Kurd reşand û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku navên kesên jiyana xwe ji dest dan Ebdullah Çeman Resûl Reş ê ji Spî Darê ya Serdeşt ye û yê din jî ji ku navê wî nehate zanîn jî ji bajarê Şino ye.

hêjayê gotinê ye ku ji destpêka sala 2012 ve ve bi dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.