Leşkerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Pîranşarê bi hinceta “qaçaxçîtiyê” gule li wesayita Kurdê bi navê Îbrahîm Cîhan Ara reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên rejîma Îranê roja 2’yê berfanbarê (kanûn) li herêma Serê Meydanê ya di navbera Pîranşar û Mehabadê de, hinceta “qaçaxçîtiyê” gule li Îbrahîm Cîhan Ara reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku heta niha cenazeyê Îbrahîm Cîhan Ara li Nexweşxaneya Pîranşarê tê ragirtin û nadin malbata wî.