Rejîma Îranê li Oslo hat protestokirin
Kurdan li paytexta Norwêc Osloyê bi xwepêşandanekê, dewleta Îranê ji ber polîtîkayên darvekirinê protesto kirin.

Kurdên li ber stasyona trenê ya Oslo hatin cem hev, pankartên bi zimanê Norwêcî yên bi nivîsên ji şermezarkirina Îranê vekirin û dirûşmên "Terorîst Îran", "Bila Îran girtiyên siyasî yên Kurd serbest berde", "Bila Hûmeynî girtiyên siyasî sebest berde" qîriyan.
Tevî hewa sar û baranê jî Kurdan di çalakiya xwe de broşurên bi Norwecî li ser pêkanînên girtiyên siyasî yên Kurd lê rast tên û darvekirina wan, belav kirin.
Di çalakiyê de her wiha li ser daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya heyeta HDP'ê û hikûmeta AKP'ê, agahî hat dayîn.
Çalakiya ji aliyê Komîteya PJAK a Norwêcê ve hat organîzekirin, saet di 14'an de destpê kir û bi qasî saetekê dewam kir.