Rejîma Îranê li Hildesheimê hat protestokirin
Ji ber darvekirina girtiyên Kurd rejîma Îranê li bajarê Elmanya Hildesheimê hat protestokirin.
Ji ber darvekirina girtiyên Kurd rejîma Îranê li bajarê Elmanya Hildesheimê hat protestokirin.
Ji ber darvekirina girtiyên Kurd rejîma Îranê li bajarê Elmanya Hildesheimê hat protestokirin.
Ji ber darvekirina girtiyên Kurd û dewamkirina zextên li Rojhilatê Kurdistanê li Kurdan tê kirin, bi armanca protestokirina rejîma Îranê mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistaniyên saet di 17:00 de li ber Kaufhof Galerî hatin cem hev, alên PJAK'ê, wêneyên Saman Nesîm, Elî û Hebîbûllah Efşarî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd ên rejîma Îranê beriya niha bi darve kiribû, hilgirtin. Ciwanên YXK'yî yên beşdarî çalakiyê bûn, belavok xwendin.
Di mîtînga ku bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn de, ji rêveberên Eyaleta Niedersachsen a Die Linke Mizgîn Çîftçî bi zimanê Elmanî axivî. Çîftçî diyar kir ku ew hewl didin der barê darvekirinên rejîma Îranê diin de raya giştî agahdar bikin û got, "Divê rejîma Îranê were şermezarkirin. Şehîdên me şehîdên mirovahiyê ne."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.