Rejîma Îranê bi berdewamî Kurdan îdam dike
Rejîma Îranê îro li bajarê Recaî Şehr a Kerecê 6 Kurd ên ku Sunî bûn girtin û ji ber baweriya wan ew bi dar ve kirin.
Rejîma Îranê îro li bajarê Recaî Şehr a Kerecê 6 Kurd ên ku Sunî bûn girtin û ji ber baweriya wan ew bi dar ve kirin.
Rejîma Îranê îro li bajarê Recaî Şehr a Kerecê 6 Kurd ên ku Sunî bûn girtin û ji ber baweriya wan ew darve kirin.
Li gel hemû hewldanên û bangawaziyên rêxistinên mafê mirovan rejîma Îranê bi berdewamî mirovan bi dar ve dike û cezayê îdamê pêk tînin.
Rejîma Komara Îslamê ya Îranê îro li bajarê Recaî Şehr a Kerecê 6 Kurd ên ku Sunî bûn girtin û ji ber baweriya wan ew bi darve kirin. Hate ragihandin her 6 kes bi awayekî veşarî hatine bidarvekirin û xizmên wan agahî dane ku hatine darvekirin.
Li gorî agahiyên ku ajansa Herana dane, duh êvarê 6 Kurdên ku di hucreya yek kesî de dihatin ragirtin, îro danê sibê hatine bidarvekirin. Hate ragihandin ku yek ji kesên hatine darvekirin Hemîd Ehmedî ye. Xizmên Ehmedî dan zanîn ku destûr nayê danîn ku cenazeyên wan bibînin.
Navê girtiyên hatine darvekirin wiha ne: Hamêd Ehemdî, Kemal Melayî, Cemşîd Dihqanî, Cehangîr Dihqanî, Sêdîq Muhemdî ve Seyîd Hadî Husêyînî.