Rejîma Baasê taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir
Rejîma Sûriyeyê bi balafirên şer û topên hawanê taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyana madî rû da.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, îro piştî nîvro hêzên rejîma Baasê topeke hawanê avêtin devera Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de.
Hawan bi ser malekê de ku tu kes tê de tine bû ket. Di encamê de mal hilweşiya û ziyanên madî li derdorê kir.
Di heman demê de balafirên rejîmê kolaneke di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bombebaran kirin. Di enamê de devera bombekirî bi temamî hilweşiya.
Helîkopterên rejîmê duh jî bermîlekî bombeyî bi ser taxa Şêxmeqsûd de berdan. Di encamê de ziyanên madî rû dan.