'Rêbertî di kêliyê de dîrok, di şexs de civak analîz kir'
Ji şêniyên wargeha Mexmûrê Abdullah Ramazan 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir.
Ji şêniyên wargeha Mexmûrê Abdullah Ramazan 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir.
Ji şêniyên wargeha Mexmûrê Abdullah Ramazan 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir.
Ramazan diyar kir, ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûneke ji rêzê nabînin û got, "Em rojbûna Rêberê xwe weke rojbûna gelê Kurd dibînin û bi wî rengî pîroz dikin. Ji ber ku bi Rêberê me re gelê Kurd ji nû ve hebûna xwe nîşan da. Yanî em rojbûneke ji rêzê nabînin."
Ramazan ragihand, bi rojbûna Ocalan re gelê Kurd li cewhera xwe vegeriya ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di salên Rêbertî ji dayik bû de Kurdîtî biçûk dihat dîtin, mirovan ji Kurdbûna xwe fedî dikirin. Gelê Kurd netewebûyîna xwe winda kiribû. Lê belê bi ji dayik bûna Rêberê me re gelê Kurd li cewhera xwe evgeriya. Li cîhanê gelek şoreş hatin kirin. Lê belê ti ji van şoreşan bi qasî şoreşa Rêberê me xwest pêk bîne nepêkan nehat dîtin. Dema Rêbertî projeyên xwe yên têkildarî jinê bilêv kir, kesî bawer nedir jin wê bigihêje asta îro. Di ti şoreşan de heta niha bi qasî şoreşa Rêbertiyê jin derketin pêş. Lê Rêbertî ya zehmet bi cih anî. Di şoreşa danî pêşiya xwe de ewilî cih da jinê û artêşbûyîna jinê ava kir. Ji bilî PKK'ê di nava ti artêşê de cih ji jinê re nehatiye dayîn. Rêbertî bi PKK'ê re hêza jinên Kurd derxist holê."
'4'Ê NÎSANÊ CEJNA GELÊN BINDEST E'
Ramazan bal kişand ser salên ew li qada perwerdeyê ya Ocalan bû û got, "Gava ez çûm qada Rêbertiyê, dema Rêbertî ez dît li erdnîgariya ez lê mezin bûm pirsî. Dûre qala çend kesên li gund tên naskirin kir. Dema min ev ji Rêbertî re vegot, Rêbertî ji min re qala kesayetiya min û rewşa gundê me kir. Ez hingî gelekî matmayî mabûm. Rêbertî rojekê jî nehatibû gundê me, ew mirovên min qalê kiribû jî nedîtibû. Çawa dikarîbû bi vî rengî ewçend bi xurtî mirovan analîz bike. Rêbertî em ji me bêhtir nas dikir. Rêbertî di kêliyê de dîrok, di şexs de jî civak analîz kir."
Ramazan işaret bi bandora Ocalan a li ser mirovan kir û got, "Mirov dema carekê Rêbertî bibîne, gelekî diguhere. Ji tevger heta axaftinê, ew mirov gelekî tê guhertin. Rêbertî ji bo mirovekî qezenc bike, saetekê baxive bes e."
Navborî da zanîn, 4'ê Nîsanê ji aliyê hemû gelên bindest û jinan ve tê pîrozkirin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Em ti carî roja 4'ê Nîsanê ji rêzê pêşwazî nakin. Ev roj roja cejna gelên bindest e. Ez vê rojê li Rêbertî, li hemû gelan û jinan pîroz dikim."