RCS ê li Wanê: Em ê li ber xwe bidin, AKP wê bê darizandin
Rêxistinên civakî yên sivîl (RCS) ên li Wanê dan xuyakirin, ku AKP'ê li Geverê sûcê şer kiriye û destnîşan kirin, ku ew ê ji bo xwerêveberiyê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Rêxistinên civakî yên sivîl (RCS) ên li Wanê dan xuyakirin, ku AKP'ê li Geverê sûcê şer kiriye û destnîşan kirin, ku ew ê ji bo xwerêveberiyê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Dagirkerî û terora dewleta Tirk a li hemberî Geverê û bi sedan gundên wê, di roja 20. de ye. Navçeya Şemzînanê hatiye dorpêçkirin. Nûnerên Mazlûm-Der, Çev-Der, MHD û Egîtîm Senê Yakûp Aslan, parêzer Denîz Yildiz, Alî Kalçik û Mahmût Pala yên li Wanê ne, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Geverê û dorpêçiya Şemzînanê ji ANF'ê re nirxandin.
ASLAN: KOMKUJIYEKE NÛ YA DÊRSIM, KOÇGIRÎ YE
Serokê Şaxê Mazlûm-Derê yê Wanê Yakûp Aslan diyar kir, cara yekemîn hejmareke ewqasî zêde ya leşker-polîs û cebilxane li Geverê hatiye bicihkirin û bal kişand ser bomberdûmana giran, êrîşên bi çekên giran, tank û topan. Aslan destnîşan kir, ku ya tê kirin sûcê şer e. Aslan bibîr xist, bombe li sivîlên li Geverê tên barandin, mafên azadî û jiyanê yên mirovan tên binpêkirin û got, "Mîna komkujiyên Dêrsim, Agirî û Koçgirî, hikûmeta AKP'ê niha komkujiyeke din tîne serê Kurdan."
Aslan da zanîn, ev komkujî li djî hiqûqê û ola Îslamê ye û diyar kir, qetlîamker zû yan jî dereng wê winda bikin û ew ê jî li dijî qetlîamkeran heta dawiyê li ber xwe bidin.
Aslan da xuyakirin, ku Şemzînan jî hatiye dorpêçkirin û diyar kir, bi girtina rêya Şemzînan-Geverê re gelê Şemzînanê jî tê cezakirin.
Aslan ragihand, ya li hemberî Geverê tê kirin di heman demê de li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ye û xwest ev sûcê şer û pêkanînên awarte bên terikandin.
YILDIZ: DEWLETA TIRK WÊ LI DADGEHA CEZA WERE DARIZANDIN
Serokê MDH Şaxê Wanê parêzer Denîz Yildiz diyar kir, ti sparteya qanûnî-destûra bingehînî ya pêkanînên li Kurdistanê nîne û destnîşan kir, ku bi tank û topan sûcê şer tê kirin. Parêzer Yildiz da xuyakirin, ku mirov dikarin bi hêsanî ji cihê lê ne derkevin, lê li şûna vê li jêrzemînan tên qetilkirin. Parêzer Yildiz hişyarî da, ku rewşa li Geverê dikare bişibe ya Cizîrê û anî ziman, kiryarên dewleta Tirk têrê dike ku li dadgeha şer a navneteweyî were darizandin.
'XWERÊVEBERÎ MAFEKÎ DEMOKRATÎK E'
Yildiz ragihand, kiryarên heyî di navbera gelan de rê li ber şikestineke mezin vedike û hişyariya qutbûnê da. Yildiz da zanîn, daxwaza Kurdan a xwerêveberiyê mafekî rewa ye û destnîşan kir, li ti devera cîhanê ti dewletê bi êrîşeke bi vî rengî bersiv nedaye daxwaza xwerêveberiyê.
KALÇIK: MÎNA NETEWEYEKE DIJMIN ÊRÎŞ DIKIN
Serokê Komeleya Hawirdorê Çev-DER Şaxê Wanê Alî Kalçik jî got, "Em hewl didin bi Tirkan re biratî û dostaniyê ava bikin, lê bersiva vê hewldana me komkujî ye. Ya ku li me tê kirin, mirov ancax bi gotina dijminatiyê vebêjin. Mîna ku neteweyeke dijmin e, êrîş dike. Ya li Cizîr, Sûr, Silopiya û Geverê qewimî û diqewime nîşan dide ku me weke welatiyên vî welatî nabînin."
'DEWLET LI VÊ XAKÊ NE REWA YE'
Kalçik da xuyakirin, ku dewleteke bombeyan li ser gelê xwe dibarîne, ew rewa nîne û got, "Eger ev êrîş dewam bikin, wê şert û mercên jiyana bi hev re nemînin.
PALA: DIVÊ AKP LI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ VEGERE
Sekreterê Şaxê Egîtîm-Sen ê Wanê Mahmût Pala jî diyar kir, dewletê herêm bi temamî mexdûr kiriye û bang li AKP'ê kir ku dest ji polîtîkaya şer berde û li pêvajoya çareseriyê vegere."