Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) Christof Heyns, beriya rapora têkildarî “kuştinên bêdaraz” amade bike, li Amedê hinek hevdîtin pêkanîn.
Heyns piştî hevdîtinên bi Walîtiya Amedê, Midûriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar, li Otela Dedeman bi hinek nûnerên saziyên sivîl yên civakî re kombû.
Heyns ku bi Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrêrojhilat (Guneydogu) Veysî Îpek û endamên lijneya rêveber re hevdîtin pêkanî, ragihand ku di derbarê rapora ku dê amade bike de dê li Enqereyê civînek ya çapemeniyê li darbixe.
Heyns piştî hevdîtina bi GGC’yê re li gel rêveberên Komeleya Mafê Mirovan jî hevdîtinek pêkanî.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hate kirin.