Rapora otopsiyê ya Ozbek înfaza wî teyîd kir
Seyda Cegerxwîn Ozbek ê hat diyarkirin ku li derve hatiye binçavkirin û wî li nav Sûrê qetilkirine, rapora wî ya otopsiyê diyar bû.
Seyda Cegerxwîn Ozbek ê hat diyarkirin ku li derve hatiye binçavkirin û wî li nav Sûrê qetilkirine, rapora wî ya otopsiyê diyar bû.
Seyda Cegerxwîn Ozbek ê hat diyarkirin ku li derve hatiye binçavkirin û wî li nav Sûrê qetilkirine, rapora wî ya otopsiyê diyar bû. Di raporê de tê diyarkirin ku bi awayekî "pê ve" an jî "li rex wî" hatiye berdan û bi vî awayî hatiye kuştin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ji 7 cenazeyên di 30'ê Adarê de hatin derxistin û ji bo otopsiyê wan şandin Dîlokê, yek ji wan cenazeyê yê Seyda Cegerxwîn Ozbek bû. Piştî cenazeyê Ozbek hat teşxîskirin, di rapora otopsiyê de diyar bû ku hatiye binçavkirin û dawiyê ew înfaz kirin. Dema di 30'ê Adarê de cenazeyê Ozbek ji Sûrê hatibû derxistin, îdîa kiribûn ku Ozbek hatiye binçavkirin û wî li Sûrê înfaz kirine. Malbata Ozbek ya ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe çû Dîlokê, her çiqas cenaze teşxîskirin jî bi hinceta danberheviyên DNA'yê cenaze radestî wan nekiribûn. Rapora ku malbat ji Saziya Tibê ya Edlî wergirt, înfaza Ozbek piştrast kir.
Di rapora otopsiyê de ji bo cendek hat diyarkirin ku qama wî 181 cm, giraniya wî 75-80 kîlo, tenê wî spî, eşofman lê û rûyê wî yê 3-4 rojan bi simbêl e. Bijîşkê ji bo otopsiya cenaze ket cihê teşxîsê diyar kir ku cenaze ji nîv eniya xwe gule xwariye û ev tespît diyar kirin:
"1- Guleyek îsabetî serê kes kiriye û ew gule ya derba mirinê ye
2- Cihê birîna çekê li gor daneyên çerm bin-çermî, derb ji mesafeyeke bi awayekî "pê ve" an jî "li rex wî" hatiye berdan
3- Di dema karên otopsiya cenaze de îmajeke metalîk hatiye dîtin
4 - Sedema mirina kes ji ber guleya çekê ye, di dema berdanê de kiloxa wî birîndar bûye û hestiyê wê hatiye şikandin û bi vê re xwînwerivîna mêjiyî pêk hatiye û ji ber vê jî raçînga mêjî pertav bûye."