Piştî Komkujiya Roboskê ku 34 sivîl hatin qetilkirin, Komeleya Psîkiyatrî ya Tikriyeyê rapora duyemîn a Roboskê weşand. Di raporê de tê destnîşan kirin ku li herêmê jin ji ber şînê girêdanê li şûna cil û bergên rengîn yên reş li xwe dikin. Di raporê de hate detnîşankirin ku ji bo gundiyên Roboskê ku zarokên xwe wenda kirin kadroyeke cerdevanan a 45 kesî pêk tê tehsîs dike.
Ji Şaxa Amedê ya Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê heyeteke ji 4 kesan pêk dihat çûn gundê Bêcû û Roboskiyê yên Qilabanê û hevdîtin pêk anîn. Di encama çavdêriyan de rapora’Duyemîn ya Diyakirina Hewcedariyên Psîkososyal’ amade kir û aşkera kir. duyemîn rapora ku ji aliyê raportor Hîra Selman hat amade kirin û ji 18 rupelan pêk tê.
Di raporê de hat diyarkirin ku derbarê bûyera Roboskê de her roj 3 kes ji ber pirsgirêkên psîkolojîk serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didin. Hate diyarkirin ku herî zêde jin û zarok serî lê didin. Di dema serlêdanên de gazincên wekê, nexwarina xwarinê, tirs, fikar, nexwestin, bê kêfî, der barê bûyerê de neaxaftin û ya herî girîng jî di nexweşan de pêvajoya şînê ya patolojîk tê dîtin.
45 CERDEVAN
Di raporê de hat destnîşan kirin ku dema heyet çûye gund û malbatên zarokên xwe wenda kirine ziyaret kirine, hêrs û bêzarî li malbatan serdeste. Her wiha hat gotin ku heyetê gundiyên Roboskî û Bêdûyê muane kirin û hat tesbîtkirin bi welatiyan re gazincên depresîf zêde bûne. Di raporê de wiha hat gotin: “Di 3 mehên dawî de kontrolên der barê bazirganiya sînor de zêde bûne û zehmetiyên aborî zêde bûne. Her wiha kadroyeke ji 45 cerdevanan pêk tê dane herêmê. Xizmên wendayan jî li dijî vê nerazî ne. Jinên Roboskê û Bêcuyê di nava şînê de ne û cil û bergên reş li xwe dikin.
Heyet bi jinan re cuda bi mêran re cuda hevdîtîn pêk anîn. Jinan diyar kir ku dema balafir an jî helîkopter derbas dibe, nefret dikin. Dema bûyer qewimî gelek xizmên kesên hatin qetilkirin li leşkeriyê bûn û leşkeriya we domandin.piştî bûyerê jî çûn leşkeriyê.” Di raporê de hat gotin ku piştî bûyerê kes tevli rêxistinê nebûye û baweriya wan a dîtina berpirsên komkujiyê nemaye.
Li gorî îfadeyên di raporê de cih girtine gundiyan wiha gotine;“CHP li pey dengan e, BDP partiya kurdane peywira xwe dike, MHP ji xwe nayê, AKP jî dixwaze ji nav vî karî derkeve. Hemû li pey ranta siyasî ne. Alman, Frensî û Ereb ji bo me li welatê me berde hev tên vir. Lê mirovên me ji bo dilê wan dişewite tê vir. Derew be jî bigotan me 2-3 general dûr xistine, cezakirine, dê ji me re baş bûya. Em tiştekî ji dewletê dixwazin bila berpirsan ceza bikin. Ger ceza nekin dê dibe hemû kesî bikujin. Qe nebûya dikaribûn pîlot ceza bikirana. Dema Emîne xanim hat em çiqas bi hêvîbûn, me got ew jî dayike. Me wisa hembêz kir, lê xwezî nehata.
HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK DI BIN BANDORÊ DE MAN
Di raporê de hat diyarkirin ku piştî bûyerê jinên herêmê pir zêde di bin bandorê de mane û bi taybetî jî zarok di nava tirs û xofê de ne. Hate diyarkirin ku li her du gundan jî welatî her tim xemgînin, heta ku ji destê wan bên nayên gel hev. Di raporê de hat gotin ku di nava kesên ku bûne cerdevan û gundiyan de alozî derdikeve û baweriya wan bi hev tune.