Raperîna gel a Başûrê Kurdistanê hat bîranîn
Raperîna gel a li dijî rejîma Baasê pêk hat, di salvgera 24. de li bajarê Ranya cihê destpêkirina raperînê bi merasîmekê hat bîranîn.
Raperîna gel a li dijî rejîma Baasê pêk hat, di salvgera 24. de li bajarê Ranya cihê destpêkirina raperînê bi merasîmekê hat bîranîn.
Raperîna gel a li dijî rejîma Baasê pêk hat, di salvgera 24. de li bajarê Ranya cihê destpêkirina raperînê bi merasîmekê hat bîranîn.
Ranyayî îro danê sibehê li hev civiyan, çeleng danîn ber peykerê raperînê yê li cihê destpêkirina raperînê û deqeyek rêz girtin.
Di merasîma bîranînê de Waliyê Silêmaniye Dr. Aso Ferîdon, ji rêveberên raperînê Ebdulhemîd Ebdula, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, partî û rêxistinan amade bûn.
Di 5'ê Adara 1991'ê de li bajarê Başûrê Kurdistanê Ranyayê, bêyî pêşengiya partiyeke siyasî gel li hemberî mêtîngerên rejîma Baas a Iraqê serî rakiribû, rejîm li vê derê têk çûbû û pêvajoya serberjêrbûna dîktatorê demê Saddam Huseyîn bi vê bûyerê re destpê kiribû.
Raperîna gerîla Kurd a li hemberî rêveberiya Saddam Huseyîn bi vî rengî pêk hatibû:
Gel, li quntarên çiyayê Qendîlê li bajarê Ranyayê, di 5'ê Adara 1991'ê de li dijî rejîma Baas serî rakir. Piştî ku hemû bajar rabû ser piyan, di heman rojê de bajarên Ranya, Çarqurna û Qeladize yên Başûrê Kurdistanê ji rejîmê hat rizgarkirin.
Raperîna li Ranya destpê kir di demeke kurt de li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav bû.
Di 7'ê Adara 1991'ê de gelê Silêmaniye rabû ser piyan û bajarê xwe ji rejîma Baasê rizgar kir. Di 11'ê Adarê de serhildan gihîşt Hewlêrê. Piştî vê derê Duhok, Koyê, Şeqlawe, Helebçe, Amêdî, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çarta, Pênciwîn û Seydî Sadiq ji hêzên rejîmê hatin paqijkirin û azad bûn.
Herî dawî jî çirûska serhildanê gihîşt Kerkûkê û di 20'ê Adara 1991'ê de bajar ji rejîma dîktator a Saddam rizgar bû.
Piştî serhildanê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li welêt vegeriyan û di 19'ê Gulana 1992'an de Parlamenta Başûrê Kurdistanê ava kirin.