'Rahşan mîna çemekî bê dawî bû'

Gelê Kurdistanê yê li metropolan dijiya, bi çalakiyan bersiv dida êrîşên bi xwîn ên dewletê yên li hemberî Newroza 1992'an. Rahşan Demîrel a 17 salî jî veguherîbû sembola van çalakiyan.

Gelê Kurd di salên 90'î de tevî zext û komkujiyan jî li Kurdistanê Newroz pîroz kir. Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijiyan jî, li hemberî vê rewşê bêdeng nediman. Gelê Kurdistanê yê li metropolan dijiya, bi çalakiyan bersiv dida êrîşên bi xwîn ên dewletê yên li hemberî Newroza 1992'an. Rahşan Demîrel a 17 salî jî veguherîbû sembola van çalakiyan.

Rahşan Demîrel, ku hînê xwendekara lîseyê bû, li dijî komkujiya di 21'ê Adara 1992'an de li hemberî gelê Cizîrê hat kirin, rojek piştî vê Newrozê di 22'ê Adarê sibeha Yekşemê de li sûrên Kadîfekale yên Îzmîrê bedena xwe da ber agir û bi gotina xwe bû Newroz.

Di salvegera şehadeta Rahşan Demîrel de, dayika wê Emîne Demîrel a bi gotina "Ew çemekî bê dawî bû" wê tîne ser ziman û xwişka wê Turkan Demîrel a dibeje "Wê ti carî jiyaneke ji rêzê qebûl nekir" ji ANF'ê re behsa Rahşan kirin...

DAYIK DEMÎREL: BIÇÛK BÛ LÊ MEZIN DIFIKIRÎ

Emîne Demîrel anî ziman ku keça wê di sala 1975'an de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji dayik bû û hînê di 2 saliya wê de wan koçî Îzmîrê kirin û got, "Şeş zarokên min hebûn. Rahşan ne dişibiya zarokên din, helwestên wê yên ne ji rêzê hebûn. Biçûk bû lê mezin difikirî. Rahşan gelekî balkêş bû. Ez alima olî me, lê tevî temenê wê yê biçûk jî di mijara ol de min nikarîbû bersiv bida Rahşan. Bersivên min têra Rahşan nedikir." 

'DEMA ÇÛ KURDISTANÊ, ZEXTA DEWLETÊ GELEKÎ BANDOR LÊ KIR'

Dayik Demîrel diyar kir ku Rahşan di 12 saliya xwe de çû Nisêbînê û got, "Cara yekemîn diçû Kurdistanê. Piştî ku Kurdistan dît, cudahiya di navbera metropolan û Kurdistanê de dît. Hatina Kurdistanê ji bo Rahşan veguherî maya jiyaneke nû. Zext û hovîtiya dewletê ya ku li Kurdistanê wê jê re şahidî kir, gelekî bandor li Rahşan kir. Xwest derkeve serê çiyê, lê ji ber ku ji aliyê fîzîkî ve qels bû û emrê wê biçûk bû, ew vegerandin. Ev yek gelekî bi zora Rahşan çû. Digot, 'Ez dikarim vê bikim, her kes wê vê bibîne'."

'LI KADÎFEKALEYÊ HER SAL NEWROZ PÎROZ DIKIR'

Demîrel da xuyakirin ku Rahşan di 13 saliya xwe de êdî cihê xwe di nava têkoşînê de girt û destnîşan kir ku keça wê gelekî wêrek bû, her sal di Newrozê de bi çend hevalên xwe re derdiket Kadîfekaleyê û Newroz pîroz dikir. Demîrel diyar kir ku tevî her salê li êrîşa polîsan rast dihat jî, her sal Newroz pîroz dikir.

'JI XEBATÊN CIWANAN RE PÊŞENGÎ DIKIR'

Dayik Demîrel anî ziman ku keça wê li Kadîfekaleyê di nava ciwanan de xebat dimeşan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava ciwanan de hêzeke wê ya xwezayî hebû. Di dema xwe ya lîseyê de heman mîsyon di nava ciwanên xwendekar de jî bicih dianî. Min rojekê jê pirsî ku dixwaze çi bike, dixwaze bibe çi. Wê jî got, 'Ez ê tiştên mezin bikim. Divê welê mezin be ku erd biheje. Bandorê li her kesî bike.'

Carna li ser hevokekê bi rojan difikirî û bi min re nîqaş dikir. Herî zêde jî dîrok dixwend, destnîşan dikir ku divê mirov dîrokê zanibin. Ji xwe di qeyda xwe ya deng a li dû xwe hişt de digot, 'Ji Împaratoriya Med heta avabûna PKK'ê ez dîrokê dizanim.'

Di 13 saliya xwe de bi mîtolojiya Yewnan re eleqedar dibû. Behsa Helen a Trûvayî dikir. Digot ku Helen weke jineke Yewnan li Egeyê li ber xwe daye. Kes têra Rahşan nedikir, hêza kesî nîne ku behsa wê bike. Rahşan çemekî bê dawî bû. Vegotina gotin û nêrînên wê gelekî zehmet e."

'GELEKÎ RÊBER APO DIXWEND'

Demîrel ragihand ku keça wê herî zêde xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwend û got, Ji bo felsefeya Rêber Apo hîn bibe gelekî dixwend. Ne tenê dixwend û hîn dibû, di jiyana xwe de jî bi cih dianî. Rahşan xwedî taybetmendiyeke xwezayî ya rêbertiyê bû. Xwe weke kadroyekê didît û li gorî wê tevdigeriya."

'DEM HATIYE TIŞTEK WERE KIRIN'

Demîrel anî ziman ku keça wê, li hemberî nerazîbûna li axaftina Kurdî ya li Meclîsê li dijî Leyla Zana hat nîşandan, gelekî bi hêrs bûbû û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Wê rojê digot, 'Dem hatiye divê tiştek were kirin'. Di destpêka sala 1992'an de êdî rewşeke cuda ya Rahşan xwe dabû der. Bi guman bûm ku wê tiştekî bike. Difikirîm ku Rahşan wê derkeve serê çiyê, ji ber ku wê gelekî dixwest. Lê belê rewşa wê û axaftina wê tiştekî din nîşan dida. Rojekê pirsa 'Gelo ez ê çawa karibim Îzmîrê bihejînim, rakim ser piyan' pirsî. Yanî min êdî hîs kir ku Rahşan wê çalakiyeke ne ji rêzê bike. Zekiye Alkan di Newroza 91'ê de bedena xwe dabû ber agir. Dest bi vegotina Zekiye Alkan dikir. Behsa nemirinê û jiyana bê dawî dikir. Tevî van hemûyan jî nediket hişê min ku Rahşan çalakiyeke bi vî rengî lidar bixe. Lê dema mirov li kesayetiya Rahşan bifikire, diviyabû min fêm bikira ku wê çalakiyeke bi vî rengî ya ne ji rêzê lidar bixe."

Demîrel got, "Rahşan jiyana em tê de bûn weke 'jiyaneke di komayê de' bi nav dikir. Rahşan digot, 'Em miriyên tên xwedîkirine'. Destnîşan dikir ku ew ê jiyaneke koledarî û dûrî azadiyê ti carî qebûl neke. Ber bi meha Adarê ve axaftinên wê yên bi vî rengî zêde bûbû. Bi nêzîkbûna roja çalakiyê re giraniyek hebû li gel Rahşan. Bi saetan difikirî."

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DEWLET Û MEDYAYÊ DA

Demîrel anî ziman ku di 21'ê Adarê de ji Cizîrê xebera komkujiyê hat û anî ziman ku di êvara heman rojê de Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn daxuyaniya 'spasdariyê' ya provokatîf li gelê Nisêbînê kir. Demîrel diyar kir ku keça wê wê şevê anî ziman ku Sezgîn gelê Kurd biçûk xistiye û divê bersiv hem ji komkujiyê hem jî ji Sezgîn re were dayîn. Demîrel da xuyakirin ku di heman êvarê de medyaya Tirk, li şûna ku komkujiya li Cizîrê bike nûçe, qulbûna çakêtê hevsera dozgerekî li Cizîrê wezîfe dikir, bi deqeyan dikir nûçe û anî ziman ku keça wê li hemberî vê rewşê gotiye, 'Mirov hatine qetilkirin, lê ji bo wan qulbûna çakêtê hevsera dozgerekî ji mirina mirovan girîngtir e' û nerazîbûneke mezin nîşan daye.

GOTINA WÊ YA DAWÎ 'BIJÎ SEROK APO' BÛ

Dayik Demîrel bi vî rengî behsa roja çalakiyê kir:

"Di sibeha 22'ê Adarê roja çalakiyê lidar bixe de, ez hişyar kir. Got, 'tu ji bo nimêjê dereng maye'. Ez rabûm, min nimêja xwe kir, ji nû ve raketim. Di vê demê de keça min Nazan a piştî çalakiya Rahşan derket serê çiyê û di meha Adarê de şehîd ket, hat cem min û got, 'Rahşan derket Kadîfekaleyê'. Min keça xwe ya mezin Turkan hişyar kir. Turkan nameya Rahşan a li dû xwe li ser maseyê hiştibû dît. Di nameya xwe de diyar kir ku ew ê çalakiyê lidar bixe û armanca wê jî ew e ku weke PKK'yiyekê hem komkujiyên dewleta Tirk hem jî daxuyaniyên Îsmet Sezgîn protesto bike ye. Min kekê wê rê kir Kadîfekaleyê. Kekê wê geriya û got, 'Dayê li Kadîfekaleyê keçeke ciwan bedena xwe daye ber agir.' Em yekser çûn wê derê, bi hezaran mirov lê kom bûbûn. Tevî astengiya polîsan jî min xwe gihand keça xwe. Rahşan nameyek li cihê çalakiyê hiştibû. Nobedarekî li qereqola Kadîfekaleyê wezîfedar, ku dema Rahşan bedena xwe da ber agir ji çalakiyê re şahidî kir, di îfadeya xwe de digot ku Rahşan heta kêliya dawî dirûşma 'Bijî Serok Apo' diqîriya."

"DORPÊÇIYA LEŞKER Û POLÎSAN"

Demîrel anî ziman ku wan cenazeyê keça xwe anîn Nisêbînê, hingî Nisêbîn ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibû dorpêçkirin û cenazeyê keça xwe jî di nava vê dorpêçiyê de veşartî ye.

'KEÇA MIN NALAN DI 8'Ê ADARÊ DE ŞEHÎD KET'

Demîrel anî ziman ku piştî Rahşan ji ber zextên dewletê, wan di dawiya sala 1992'an de koçî Edeneyê kirine û got, "Mezina Rahşan keça min Nalan ku rêhevala Rahşan bû, derket serê çiyê. Keça min Nalan jî di 8'ê Adarê de şehîd ket. Şehadeta wê jî min par bihîst."

'MIN BI KELECANEKE MEZIN LI PEYAMA RÊBER APO GUHDARÎ KIR'

Dayik Emîne Demîrel got, "Ez bi şehîdên xwe re serbilind im" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li pêşberî desketî û felsefeya Rêber Apo, em çi bikin kêm e. Bi kelecaneke mezin min li peyama Rêber Apo ya Newrozê guhdarî kir. Divê dewleta AKP'ê êdî bersivê bide gavên Rêber Apo. Di rewşeke berevajî de li xaka Kurdistanê bi mîlyonan ciwanên me hene ku dikarin bibin Rahşan. Heta dawiyê wê têkoşîna me dewam bike. Ez ê bîranînên bi keça xwe re bikim pirtûkek."

XWIŞKA MEZIN DEMÎREL: JI KARKERAN RE BEHSA MÊTÎNGERIYÊ DIKIR

Xwişka mezin Turkan Demîrel jî ji bo xwişka xwe got, "Gelekî xêrxwaz bû. Ne weke min bû, min jiyaneke ji rêzê dixwest. Lê Rahşan ne bi wî rengî bû, li dijî jiyan û karên ji rêzê bû. Gelekî fedekar bû, xwişkeke baş bû. Me çiqasî neheqî lê bikira jî ew her tim dikeniya. Li hemberî kesî hêrs nedibû. Rahşan ji aliyê derdorê ve gelekî dihat hezkirin û hurmet jê re dihat nîşandan. Miroveke kedkar bû, dema xwendekar bû, tevî ku diya min li hember derdiket jî li febrîqeyê dixebitî. Ji karkeran re behsa talan kedê û mêtîngeriyê dikir."

'XERCIYÊ XWE BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE PARVE DIKIR'

Demîrel bi van gotinan behsa hewldanên xwişka xwe yên ji bo rêhevaltî û piştevaniyê dikir:

"Diya min her hefte ji bo em xerc bikin pere dida me. Me xerciyên xwe, bi gera li Îzmîrê diqedand. Rahşan dest nedida pereyê xwe, berhev dikir û dûre ew pere dida zarok û malbatên ku zarokên wan di têkoşînê de şehîd ketine. Ji zarokan re gore, pêlîstok dikirî, ew dibirin bazarê ji wan re tişt dikirî. Qet ji bîra min naçe; tejikek û betaniyeke xweşik a diya min gelekî jê hez dikir hebû. Rahşan ew tejik û betanî bir, da malbata girtiyekî. Dema hat malê ez pê re xeyidîm min jê re got, 'Rahşan tu çima vê dike'. Wê jî ji min re got, 'Pêwîstiya wan pê heye. Ji bo me têdikoşin'. Rojên Yekşemê em nedixebitîn lê Rahşan wê rojê jî dixebitî û pereyê ku roja Yekşemê qezenç dikir dida malbatên girtî û şehîdan.

'LI HEMBERÎ FERZA SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ BI SÎLEYÊ BERSIV DA'

Xirqeyeke kesk, sor û zer a Rahşan hebû û li dibistanê her tim ew li xwe dikir. Rojekê li dibistanê mamoste xwest bi zorê Sirûda Îstîklalê pê bide xwendin. Rahşan wê demê sîleyek li rûyê mamoste xist. Got ku kes nikare Sirûda Îstîklalê pê bide xwendin. Rahşan dema şehîd ket, ew mamoste hat serxweşiyê û anî ziman ku ew hurmetê dide Rahşan û ew miroveke mezin bû."

Turkan Demîrel herî dawî got, "Ne pêkane ku Rahşan bê ji bîr kirin. Ji bo bi bîranîna xwişka xwe re dilsoz be, em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin."