Di vê pêvajoya girîng de, piştî radyoya pêşî ya bi navê "Dengê Cûdî" ku li herêma Cizîrê dest bi weşana xwe ya fermî kir, li bajarekî din yê Rojava xebatek bi heman rengî dest pê kir. Radyoya "Dengê Kobanê" li ser pêla FM dest bi weşana xwe ya testê kir.
Ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûriyeyê ve, di warê sazîbûyîn, ragihandin û rêxistinkirina civakê de gelek gavên girîng hatin avêtin. Di vê pêvajoyê de, gelê Rojava di warê pêşxistina xebatên çapemenî û ragihandinê de, mohra xwe li projeyên girîng da. Piştî herêma Cizîrê, li bajarê Kobanê Radyoya "Dengê Kobanê" dest bi weşana xwe ya testê kir.
Radyoya "Dengê Kobanê" ku ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve tê birêvebirin, li ser pêla FM 94.3 weşanên xwe dike.