Qada jiyanê ya Şavakiyan li wan hatiye qedexekirin

Şavakiyên li navçeyên Dêrsimê dijîn û çavkaniya debara wan sewalkarî ye, ji ber 'Herêmên Qedexe' nikarin debara xwe bikin.

Şavakiyên li navçeyên Dêrsim Çemîşzgezek, Pertax û Xozadê dijîn, ku çavkaniya debara wan sewalkarî ye, bi hatina biharê re berê xwe didin zozanan û hewl didin xwe xwedî bikin. Lê belê Şavakiyan îsal nikarîbûn dest bi vê koçberiya ji neçarî bikin. Ji ber ku li bajêr 11 herêm weke 'Herêma Qedexe' hat ragihandin, Şavakiyên bi giranî li zozanan dijîn, zerar dîtin.

Şavakiyên li herêmên 3.000-4.000 metreyî bi rengekî koçerî dijîn, bi şîr, mast û penêrê ji pezên xwe yên li van deveran diçêrin bi dest dixin, debara xwe dikin. Tevî vê yekê Şavakî di meha Gulanê de berê xwe didin Pilûrê, di nava rêyên zor û zehmet de derbas dibin û xwe digihînin herêmên lê bi cih bibin.

'QEDEXE KEDA ME TINE DIKE'

Hasan Yildiz ê tevahiya emrê xwe bi koçerî derbas kiriye got, "Ji roja ji dayik bûme û heta niha ez koçer im. Zivistanê em li Çemîzgezek û Pertaxê dijîn, bi biharê re em keriyê pezê xwe dibin çiyê. Em diçin Pilur û Pilemûriyê. Wekî din li gundên Erzîrom û Erzînganê jî bicih dibin. lê belê şerê îsal, zerareke mezin da me. Îsal careke din zozanên ji bo me qada jiyanê ne, hatin qedexekirin. Lewma em hatin gundên navçeya xwe Çemîşgezekê. Jiyana li vir zehmet e. Piştî Gulanê û pê ve şênkahî li vir namîne."