Desteya Rêveber a PYD’ê komkujiya Kobanê ku li dijî sivîlan pêk hatiye şermezar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku komîteya lêpirsînê ava bikin û kesên destê wan di komkujiyê de hebin li gorî qanûnên navdewletî bêne darizandin.
Desteya Rêveber a PYD’ê debarê komkujiya li Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêkanînên çeteyan sûcê mirovahiyê ye û wiha hate domandin: “Ev komkujî rêxistinên mirovî dixe bin berpirsyariyê û pêwîste zû tevbigerin û di zûtirîn demê de alîkariyên pêwîst bidin hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat da ku şerê çeteyên DAIŞ’ê yên ku li dijî sivîlan komkujiyan pêk tînin bikin.”
‘XWESTIN HESEKÊ RADESTÎ ÇETEYAN BIKIN’
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî rizgarkirina Mebrûka, Sulûk, Girê Spî û Eyn Îsa, daxuyanî û îdiayên hin derdoran û Koalîsyona Suriyê wekî amadekariya êrîş û komkujiya sivîlan a li Kobanê bûne û wiha hate gotin: Di heman demê de em nikarin bûyerên li Hesekê ji êrîşa çeteyan a li ser Kobanê cuda binirxînin. Bi vê yekê jî xwestin Hesekê radestî çeteyan bikin û wê jî bikin meydanek ji bo kiryarên çeteyan.”
Di dema ku Sûriye tê perçekirin de, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava wekî hewldana herî dawî ya rawestandina parçekirina Sûriyeyê û dawîanîna nakokiyên civakî ye. Ev proje gelek aliyên ku xêra gelên Sûriyeyê naxwazin dixin fikaran, lewre êrîş dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî Komîteya Rêveber a PYD’ê komkujiya hovane ya li dijî gelê me yê Kobanê şermezar dikin. Em ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku yekser komîteyekê ava bikin û komkujiya ku bûye tunekirina etnîkî lêkolîn bikin. Divê hemû kesên piştgiriya çeteyan kirin li gorî qanûnên navnetewî bêne darizandin. Em careke din destnîşan dikin ku komkujiyên dijî mirovahiyê dê xebatên me yên niştimanî, netewî û mirovahî nedin rawestandin. Em ê riya xwe ya rêveberiya xweseriya demokratîk bidomînin.