BI DÎMEN

Projeya bendavê ya AKP'ê: Li Botanê wê fisteq şîn nebe

Hikûmeta AKP'ê dixwaze 9 projeyên HES û bendavê li Sêrtê bi cih bîne. AKP bi vê yekê re girik û cihên dîrokî yên 12 hezar sal in çandinî lê tê kirin, tine dike.

Hikûmeta AKP'ê dixwaze 9 projeyên HES û bendavê li Sêrtê bi cih bîne. AKP bi vê yekê re girik û cihên dîrokî yên 12 hezar sal in çandinî lê tê kirin, tine dike.

AKP bendavan weke 'projeya nedîtî' nîşan dide û bi vî rengî hewl dide gel îqna bike. Bi HES ên Berwarî, Kîrazlik, Alkûmrû, Çetîn û Şîrvan ên li ser Çemê Botanê were çêkirin re wê çavkaniya debarê ya herêmê Fisteqên Sêrtê ji ber rêjeya nemê şîn nebe. Her wiha ji ber bendavê jî wê avhewaya herêmê bê guhertin, ev bibe sedema guhertina populasyona kulîlkan û ji ber vê yekê jî Hingivê Berwarî jî êdî nemîne.

Dewleta Tirk dixwaze bi HES û bendavan re kanyonên berfireh ên Botanê bi avê dagire û bi vî rengî nehêle gel û gerîla xwe bigihînin hev.

FISTEQÊN SÊRTÊ WÊ ŞÎN NEBE

Endamê Navenda Kordînasyona Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Erol Avci zerara bendavên werin çêkirin a li xweza û dîrokê ji ANF'ê re vegot. Avci diyar kir, ji ber bendavên li Botnê wê Fisteqê Sêrtê êdî şîn nebe û got, "Ev bendav wê bandorê li florasa herêmê bike, hevsengiya ekolojîk xera bike. Çûkên çi qiraxa Çemê Botanê xwe bi mozên nexweş xwedî dikin, bi tenê li vê herêmê hene. Ew ê jî tine bibin. Ji ber ku cihekî xwe lê bistirên wê nemîne. Li aliyê din wê bandorê li populasyona mêşên hingiv jî bike. Ji ber ku wê avhewa biguhere, rêjeya nema li vir jî wê zêde bibe. Sêrt ji aliyê çandiniyê ve debara xwe bi fisteqan dike. Ev fisteq jî wê êdî nemîne.

ARTÊŞA JI DEH HEZARAN LEŞKERAN JÎ NIKARÎBÛ DERBAS BIBE

Avci bibîr xist, kanyonên kûr ên li Geliyê Botanê rê nedane artêşa ji deh hezaran leşkeran û destnîşan kir, ji ber pirsgirêkên rojane bi kêrî kesî nayê ku dîroka ji 10 hezar salî bê tinekirin.

Avci di dewama axaftina xwe de got, "Tevî bendavên li ser Çemê Botanê werin çêkirin, Bendava Ilisû jî wê erdnîgariya Sêrtê biherifîne. Rêya Akabe ya dîrokî wê di nava ava Bendava Ilisû de bimîne. Bi bilindbûna avê re wê mirov nema karibin li herêma Botanê bigerin. Çandinî wê bi temamî di nava avê de bimîne. Erdên çandiniyê wê ji ber bilindbûna avê ji holê rabin. Di encama kolandinên arkeolojîk ên li gundê Çîçekyûrdû yê li qiraxa Çemê Botanê de tepsît bû, ku li vê herêmê wextekê Mîtanî serdest bû. Li Geliyê Botanê weke 'vegera deh hezaran' di dîrokê de cih digire. Artêşên Helen ji bo li hemberî Persan şer bikin, Çemê Botanê bi kar anîn. Şopa tekerên şer ên wê demê hînê hene." Avci diyar kir, artêşa ji deh hezaran kesî yên nikarîbûn Geliyê Botanê derbas bike, ji vir vegeriya ye û di ser Derya Reş re derbasî Yewnanîstanê bûye. Avci da xuyakirin, ku Çemê Botanê di roja îro de ji bo enerjiya çend salan tê tinekirin.

...