Polîtîkaya înkar û tinekirinê li Dêrsimê destpê kir, li Mereş û Sûrê dewam dike
Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li Dêrsimê destpê kirin, hînê dewam dikin. Polîtîka li Sûr, Cizîr û Mereşê tê meşandin dewama polîtîkayên qirkirinê ye.
Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li Dêrsimê destpê kirin, hînê dewam dikin. Polîtîka li Sûr, Cizîr û Mereşê tê meşandin dewama polîtîkayên qirkirinê ye.
Li erdnîgariya Dêrsimê du caran qirkirin hat kirin; di sala 1915'an de Ermenî hatin qirkirin. Qirkirina 1938'an jî beşa duyemîn a polîtîkaya înkar û tinekirinê ye. Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li Dêrsimê destpê kirin, hînê dewam dikin. Polîtîka li Sûr, Cizîr û Mereşê tê meşandin dewama polîtîkayên qirkirinê ye.
EXTIYAR DEMA KAMERAYÊ DIBÎNIN NAXIVIN
Extiyarên ku em dixwazin bi wan re li ser Qirkirina Dêrsimê ya 1937-38'an baxivin, dema kamerayê dibînin dibêjin "kamerayê bigire ku em baxivin". Û bi vî rengî dewam dikin: "Kurê min me gelek zilm dît, ez qala kîjanê bikim. Di sala 1938'an de dê bav û kalên me hatin ukştin. Niha jî zarokên me dimirin. Berxwedan qedera me ye û em ê bi berxwedana xwe ve hebûna xwe biparêzin."
Seydalî Goktaş, dema qala Qirkirina Dêrsim 37-38'an dike berê xwe dide rojê û dibêje, "Ya mehemmed to esta". Piştre dibêje ku di qirkirina Dêrsimê de gelek xizmên wan hatine qetilkirin. Goktaş ku di dema Qirkirina Dêrsim 1937-38'an de hînê 15 salî bû wiha dewam dike: "Me gelek êş kişand, gelek zilm dît. Eger em yek bûne, eger em bi hev re tevbigeriyana, wê rewşa me ne ev bûya. Ez ji te re qala kîjan êşa me bikim. Nîvê gundiyên gundê me qetil kirin. Yên hatin sirgûnkirin, yên sêwî man; gelo ez qala kîjan ji wan bikim. Birîna me kûr e."
TERTELE ÎRO JÎ DEWAM DIKE
Selman Yeşîldag jî da xuyakirin, ku beriya Ermenî bên qetilkirin, Sersor yanî Ermenî hatibûn qetilkirin û got, "Dûre dor hat herêma Dêrsimê. Gotin ji Xozadê agahî hatiye, hin kesên ji gund çûn Xozadê. Wê demê Xozat wîlayet bû. Dûre yek bi yek dest bi qirkirina mirovan kirin. Mîna îro. Mirov dîsa li ser miriyên xwe digirîn, rondik ji çavan dibarin. Eger milet hînê digirî, wê demê Tertele hînê dewam dike."
Selman Yeşîldag diyar kir, ew bi alîkariya bavê xwe ji çeka otomatîk a di salên 1937-38'an de dihat bikaranîn rizgar bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez hîn di bîst saliya xwe de bûm. Li gundê Zimex ê wîlayeta Xozadê erdekî rast heye, em birin wê derê. Armanca wan qetilkirina me hemûyan bû. Bavê min ji min re got, 'kurê min bireve', ez jî reviyam. Bavê min got, 'eger tu berjor de biçe ew ê te bikujin, lewma berjêr de bireve û xwe rizgar bike'. Ez jî ber bi aliyê jê ve beziyam. Bi mirovên xwe veşartibûn re min jî hewl da xwe biparêzim. Lê belê bavê min, metka min hemû hatin kuştin."
Alî Korkmaz ragihand, ku di dema Tevgera Leşkerî ya li hemberî Dêrsimê de ew 15 salî bû, ew wehşet vegot: "Di destpêkê de leşker hatin û piştre keşf kirin. Xwestin me hemûyan qetil bikin. Hinek ji mirovan xwe veşartin, hinek hatin qetilkirin. Mirov bi çemê Laçê zanibe, hingî mirovê bi vê wehşetê jî zanibin. Av bi xwînê herikî. Em îro hînê li mafê xwe digerin. Lê îro hînê şer dewam dike."
Alî Yildiz diyar kir, ew nikarîbûn ji Çemê Mûnzûrê derbas bibin û got, "Ez li aliyê Kocakoçê bûm. Em birin aliyê Mazgêrdê. Gelek mirovên me hatin qetilkirin. Hin gundiyên dema di ser çemên Pilemûr û Mûnzûrê re derbas dibûn bûn hedefa guleyan. Hin ji gundahiyan xwe avêtin nava çem. Av bi xwîn û cesedan diherikî. Em wan rojan, ew tiştên bi serê me de hatin anîn, ji bîr nakin.
Ez birin gundê Xiran ê li aliyê Mazgêrdê. Demeke dirêj em li wir man. Hin mirov ber bi bajarên cuda ve hatin sirgûnkirin. Di Qirkirina 37-38'an de zarok ji dayikê hatin stendin. Me destê xwe li ber Xizir vekir û got, 'bi hawara me de bê ey Xidir'."