Polîsên Tirk êrîşî berxwedêrên li Mereşê kirin
Li dijî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan li Mereşê ji aliyê AKP'ê ve tê çêkirin, Elewiyan xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê belê bi fermana Walîtiya Tirk a li Mereşê, polîsan êrîşî girseya gel kirin.

Bi pêşengiya Platforma Jiyanê ya Mereşê, li dijî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan li herêma Terolarê tê çêkirin, Elewiyan xwestin li navenda bajarê Mereşê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsên Tirk pêşî li girseya gel girtin, ku di nav gel de keyayên 26 taxên li herêma Terolarê jî hebû.
Ji bo destekkirina vê çalakiyê, esnafan jî dikanên xwe venekirin. Lê belê ji ber êrîşa polîsan gelek kes birîndar bûn. Jineke 80 salî ya bi navê Sate Yilmaz ji ber êrîşa polîsan ji hişê xwe çû. Yilmaz a ku rewşa wê xetere ye, rakirin nexweşaxneyê.
Li navenda Mereşê liv û tevgera zêde ya polîsên Tirk balê dikişîne. Bi êrîş û gefa polîsan ve hewl tê dayîn çalakger ji hev bên belavkirin.
Gelek kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi qîrîna dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî êrîşa hêzên dewletê dan.
Rewşa aloz a li navenda Mereşê dewam dike.