Polîsên AKP'ê gule li jineke ducanî reşandin û ew bi giranî birîndar kirin

Çeteyên AKP/Qesrê yên li Wanê avêtin ser malekê, jineke bi 7 mehan ducanî bi giranî birîndar kirin.

Çeteyên AKP/Qesrê li taxa Xaçort a Wanê avêtin ser malekê. Çeteyan li vê derê gule li malbata Bor reşandin, ku di nav de mirovên extiyar jî hebûn. Di vê êrîşê de 3 gule li sîng û stuyê Remziye Bor a bi 7 mehan ducanî ye ket û bi giranî birîndar bû. Bor rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê û niha li unîteya beşa lezgîn tê ragirtin. Hat ragihandin, rewşa tenduristiya Bor xetere ye.

Polîsan hevserê Bor Îslam Bor jî binçav kirin.

Li taxa Xaçortê de di serdegirtina polîsan a hemwext de welatiyên bi navê Şahîn Sonmez, Ersîn Sonmez, Levent Sonmez, Alî Oner û Sebîle Abî hatin binçavkirin. Her pênc kes birin Midûriyeta Şaxê TEM a Artemêtanê.