Polîsan li Wanê avêtin ser malan: 6 kes hatin binçavkirin

Li Taxa Xaçort a Wanê, polîsan danê sibê avêtin ser mala malbata Yildiz û ji heman malbatê 6 kes kirin binçavan.

Li Taxa Xaçort a Wanê, polîsan danê sibê avêtin ser mala malbata Yildiz û ji heman malbatê 6 kes kirin binçavan.

Polîsên tîmên taybet ên Tirk, li taxa Xaçort a Wanê danê sibê avêtin ser mala Yildiz, deriyê malê şikandin û dayik Gulîzar Yildiz li gel zarokên malê Îsa, Osman, Huseyîn, Hasan û Zehra Yildiz kirin binçavan. Hat îdîakirin ku ji ber "teqemenî li malê veşartine" welatî ahtin binçavkirin. Girseya gel a li derdorê civiya, nerazîbûn nîşanî polîsan da. Aloziya li taxê dewam dike.