Polîsan li Dêrsimê êrîşî ‘Konê Berxwedanê’ kir

Polîsan li Dêrsimê êrîşî ‘Konê Berxwedanê’ kir

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê "Konê berxwedanê" vedabû. Polîsan di ser kon de girt û kon desteser kir, her wiha 10 kesên di çalakiyê de binçav kirin.

Rêxistina BDP'êya Dêrsimê ji bo piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 52 rojin berdewam dike li ser Sûka Zikê Erdê "Konê Berxwedanê" vedan. Şevê din polîsan di ser kon de girt û kon desteser kir. Hevseroke BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis û Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin jî hatin cem konê berxwedanê.

Hate diyarkirin ku, polîsan li ser biryara Walîtiya Dêrsimê di ser kon de girtine. Konê ku di 29'ê Cotmehê de hate vedan hate desteserkirin û 10 kesên di kon de hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan ya Navendî ya Dêrsimê. 10 kes piştî demekê serbest hatin berdan.

Hevserokê BDP'a Dêrsimê Halîs, bertek nîşanî helwesta polîsan û rayedaran da û diyar kir ku, gelê Dêrsimê dê rol û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne û dê heta dawî li doz û têkoşîna xwe xwedî derkeve.

Çav lê ye ku Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê di demjimêrên pêş de derbarê êrîşa polîsan de daxuyaniyê bide çapemeniyê.