Polîsan li Amedê endamê meclîsa şaredariyê birîndar kir
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kayapinar a Amedê Omer Tekîn, ji aliyê polîsên ku ew birin nexweşxaneyê, bi tebenceyê hat birîndarkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kayapinar a Amedê Omer Tekîn, ji aliyê polîsên ku ew birin nexweşxaneyê, bi tebenceyê hat birîndarkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kayapinar a Amedê Omer Tekîn, ji aliyê polîsên ku ew birin nexweşxaneyê bi tebenceyê hat birîndarkirin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, şevê din polîsan girt ser mala endamê Meclîsa Şaredariyê ya Kayapinar a Amedê Omer Tekîn. Tekîn ku wê kêliyê ne li malê bû, îro piştî civîna meclîsê ya li şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Tekîn, beriya ku were binçavkirin, ji bo kontrola tenduristiyê ku polîsan ew bir nexweşxaneyê, ji ber sedemeke ku hê nehatiye zanîn ji aliyê polîsan ve bi tebenceyê hat birîndarkirin.
Omer Tekîn ê birîndar bû ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, Hevşaredarên Kayapinar û endamên meclîsê hatin nexweşxaneyê.