Polîsan karwana cenazeyê gêrîla Rûhat asteng kir

Polîsan karwana cenazeyê gêrîla Rûhat asteng kir

Cenazeyê gêrîla Hasan Denktaş (Rûhat) ji Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Pirsusê ya Rihayê û di ketina navçeyê de polîsan karwana cenaze rawestand. Esnafên navçeyê bi armanca şermezarkirina astengiyê dikanên xwe girtin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Hasan Denktaş (Rûhat) yê ku di 9'ê cotmehê de li bejahiya navçeya Bazîdê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ber bi navçeya Pirsusê ya Rihayê ve derxistin rê. Karwana cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û nasnameyên welatiyan hatin kontrolkirin. Hate hînbûn ku di navbera welatiyên bertek nîşanî vê yekê dan û polîsan de rageşî derket.

Kontrola nasnameyan berdewam dike û esnafên navçeyê ji bi armanca şermezarkirina pêkanînê dikanên xwe girtin. Di nav de rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê kirin. Cenazeyê gêrîla Rûhat dê li goristan şaredariya Pirsusê dê li cem cêwiyê wî yê di 19'ê cotmehê de li gundê Dezê yê Colemêrgê jiyana xwe ji dest da gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Denktaş bê definkirin.