Polîsan êrîşê girseya li benda cenazeyê gerîla bû kir

Polîsan êrîşê girseya li benda cenazeyê gerîla bû kir

Bi hezaran kesên li Cizîrê ji bo cenazeyê gerîlayê HPG'ê Servet Fidan (Çekdar Cîlo) pêşwazî bikin kom bûn, rastî êrîşa hişk ya polîsên Tirk hatin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Servet Fidan duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiye wergirtin û ber bi Cizîrê ve bi rê ketin. Bi hezaran kesên ji bo cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sevet Fidan (Çekdar Cîlo) yê 23'ê Cotmehê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, pêşwazi bikin li ser rêya Hezexm kom bûn rastî êrşşa tund a polîsên Tirk hatin.

Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA, ket nava girsê û ava şid û bombeyen gazê bi kar anîn. Li hemberî mudaxaleya polîsan girseyê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersîve da polîsan. Pevçûn li nava kolanan didome.