Meşa ku ji bo 2 cenazeyên gêrîlayên HPG’ê ku dê li Goristana Yenîkoy ya Amedê bên defin kirin bê li darxistin ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.
Gêrîlayên HPG’ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ku di pevçûna 23’ê Mijdarê ya li bejahiya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû û ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Meletiyê hatibûn girtin û anîbûn Amedê. Beriya merasima cenaze ya li Goristana Yenîkoyê polîsan derdora goristanê dorpêç kir.
Hate ragihandin ku, cenazeyên ku li mizgefta Goristana Yenîkoyê hatin şuştin, xwestin cenazeyan ji rêya nêzî Goristana Yenîkoyê heya goristanê bimeşê bibin, lê belê polîsan trafîk hincet nîşanda û destûr neda meşê. Sekinîna bi hezaran kesî berdewam dike.