Platforma Koçberan: Li ser 55 hezar şêniyên Sûrê koç tê ferzkirin
Platforma Koçberan da xuyakirin ku bi biryara ‘gelemperîkirina lezgîn’ a ji bo navçeya Sûr a Amedê ve li ser 55 hezar kesî koçkirin tê ferzkirin.
Platforma Koçberan da xuyakirin ku bi biryara ‘gelemperîkirina lezgîn’ a ji bo navçeya Sûr a Amedê ve li ser 55 hezar kesî koçkirin tê ferzkirin.
Platforma Koçberan da xuyakirin ku bi biryara ‘gelemperîkirina lezgîn’ a ji bo navçeya Sûr a Amedê ve li ser 55 hezar kesî koçkirin tê ferzkirin. Ji bo îtîrazên vê biryara têkîldarî Sûrê jî ji şêniyên Sûrê hate xwestin ku heta 21’ê Nîsanê serî li mesaya hiqûqê ya li avahiya şaredariya kevin bidin.
Platforma Koçberan têkîldarî binpêkirinên mafan ên dema qedexeyên kolanan ên li Kurdistanê û biryara “gelemperîkirinê” li avahiya GOÇ-DER a Amedê civînek çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Hevseroka GOÇ-DER’a Amedê Fatma Esmer axivî, îfade kir ku bi destpêkirina şerê li Kurdistanê ve di serî de mafên jiyanê, mafên bicihbûnê heta tenduristiyê gelek binpêkirinê pêk hatine û di vê pêvajoyê de bi sed hezaran mirov ji ber qedexeyan neçarî koçê bûne.
Esmer destnîşan kir ku bi biryara Desteya Wezîran a têkîldarî navçeya Sûrê ku biryara “gelemperîkirina lezgîn” e, pêşiya vegera 55 hezar mirovî ya ber bi Sûrê ve tê astengkirin.
Esmer got hewldan heye ku pêşiya pêvajoya îtîrazê ya têkîldarî biryarê bê girtin, wiha dom kir. “Ev projeyana kesên ku li qadên navborî ji qadên çandê qut dikin, bi xizantiyê rû bir û dihêlin, ev tevahî ji polîtîkayên heman tên zanîn.”
Esmer careke din bi bîr xist ku Sûr bi dîroka xwe ya 6-7 hezar salî wek Mîrateya Çanda Cîhanê ya ÛNESCO’yê hatiye qebûlkirin, got bi biryarê ve avahiyên dîrokî yên wekek mizgeft, dêr jî tevlî gelemperîkirinê hatine kirin.
Esmer anî ziman ku pêvajoya îtîrazê ya têkîldarî vê biryara der heqê Sûrê heta 21’ê Nîsanê dewam dike, ji şêniyên Sûrê xwest ku serî li maseya hiqûqê ya li avahiya şaredariya kevin bidin.
Esmer da xuyakirin pêwîst e “qedexeyên kolanan” ên dewam dikin demildest bên bidawîkirin û ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan divê heyetên serbixwe bikevin dewrê, bang li tevahî rêxistinên civaka sivîl ên hêstiya û saziyên navneteweyî kir ku bi lezgînî bikevin nav liv û tevgerê.