Plana AKP û DAIŞ’ê ya piştî hilbijartinên giştî

Piştî komkujiya dawî ya li Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, nîqaşên li ser êrîşên koma çete yên li hemberî Rojava, hêz û hêzên destekê didin çeteyan, ji nû ve destpê kirin.

Piştî komkujiya dawî ya li Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, nîqaşên li ser êrîşên koma çete yên li hemberî Rojava, hêz û hêzên destekê didin çeteyan, ji nû ve destpê kirin. Di esasê xwe de Erdogan, AKP û Kurdên bi wan re di nava hevkariyê de ne, di sê salên dawî de desteka ku danê bi belge, daneyan di demên cuda de hate pêşkêşkirin. Lê niha ji pirsên weke "Di demeke wisa de çima tevahî sivîl hedef hatin girtin?" bersiv tê xwestin. Lê pirsa ku esas divê bersiva wê bê dayîn ev e; "ev planake nû ya di navbera AKP û DAIŞ’ê de ye? Û di nava vê planê de çi heye?"

HILBIJRATINÊN GIŞTÎ Û PLANA TOLHILDANA GIRÊ SPÎ

Komkujiya rojek berê li Kobanê pêk hat, ji hilbijartinên Bakur û Tirkiyeyê nikare cuda bê nirxandin. Her wiha ji aliyê gelek aliyan ve tê nîqaşkirin ku ev ji azadkirina Girê Spî ya ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê û Burkan El Firat ve, ne serbixwe ye.  Gelek rewşenbîr, nivîskar, stratejîsyen, pisporên siyasetê di vî alî de nirxandinan dikin. Di nirxandinên tên kirin de di mijara alîkariyên ku AKP û Erdogan ev sê sal in didin van çeteyan de, belge û agahiyên derketine hole wek tespît nîşan dide. Ev nêrîn û şîroveyên wan şîroveyên rast in.

Di 7’ê Hezîranê de di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de xeyalên Xalîfetiyê yên Erdogan têk çûn. Negihişt encamê. Tevî hemû lîstikên qirêj, Erdogan û AKP’ê encam negirtin û ev darbeyeke ku gelan li wan xist bû.  Erdogan û AKP’ê li ser vê têkçûnê çend roj şûnde, darbeyeke din a duyemîn a rizgarkirina Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan û Girê Spî, xwar. Ji ber vê yekê jî rojname û çapemeniyên alîgirên Erdogan û AKP’ê bêyî ku veşêrin, manşetên ku li alî DAIŞ’ê helwestê digirin, avêtin. Hinekan PYD di qada navneteweyî de wek terorîst qebûl kirin û ji DAIŞ’ê bi xetertir dîtin. Manşetê hinekan jî ‘wê ev şer gur bibe’ bû û vê jî komkujiya Kobanê ya rojek berê pêk hat, vedigot.

Rojname û saziyên çapemeniyên yên girêdayî Erdogan û AKP’ê têkildarî têkçûnê fikr û nêrînên xwediyên xwe dinivîsandin. Tevî vê bi awayekî aşkera nîşan didan ku wê tola darbeyên ku xwarine, hilînin. Bê guman wê tola xwe ji Rojava bigirtana. Ji ber ku Erdogan û AKP’ê nedikarî ku heta mehek ji ser hilbijartinan de biçe,  gelên Bakur û Tirkiyeyê ceza bike. Ya destê wan de maye DAIŞ’a ku ev sê sal in destekê didinê, ji baragehên wan ên Tirkiyeyê û deverên cuda yên Sûriyeyê bike nava tevgerê. Ti guman tine ye ku komkujiya li Kobanê pêk hatiye ku ji aliyê çeteyên li Dîlok, Riha û Kilîsê hatine bicih kirin ve hatiye kirin. Her wiha piştî komkujiyê Waliyê Rihayê yên endamê şerê taybet e, bi lez û bez daxuyanî da û ev jî îspata vê ya zelal e. Bi dîmenên ku ajansa AA weşandiye re, êdî ti tiştekî cih ji gumanan re nehiştiye.

Kurdan dizanibûn ku bi darbeyên ku li Kobanê û derdora wê Tel Temir, Tel Hemîs, Tel Berek, Serêkaniyê, Tel Ebyadê li çeteyan xistine, li AKP’ê û Erdogan jî xistine. Dizanîbûn ku bi van darbeyên ku li wan xistine, wê di navbera AKP’ê û DAIŞ’ê de hinek plan bên kirin. Lê bi êrîşa li hemberî Kobanê re derket hole ku di alî pêkhatina planê de ku kengî wê pêk bê de tedbîrên cidî nehatine girtin. Lê têkoşîna li Kobanê dihat dayîn têkoşîna di navbera xet û pergalê de bû. Têkçûna DAIŞ’ê ya li wir, têkçûna xeta Erdogan, AKP’ê û DAIŞ’ê bû.  Armanca, ji nû ve pêkhatina êrîşan a li wir, ev bû nîşan bidin xeta wan hîna têk neçûye.

PARÇEYÊ ESAS Ê PLANÊ LI HEMBER EFRÎNÊ YE

Komkujiya ku DAIŞ’ê rojek berê li Kobanê pêk anî, nîşan da ku ev planeke tolhildanê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de ketiye dewrê ye. Lê divê bê dîtin ku plan bi tevahî ne ev e û plana esas li dijî Efrînê ye. Dema mirov li daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk yên di bin rêveberiya Erdogan, Davûtoglû û AKP’ê de dinêrin, mirov dikarin vê bi rehetî bibînin.

Piştî Girê Spî ket destê hêzên Kurd û komên ku bi wan re di nava tifaqê de ne, Davûtgolû bi daxuyaniya ku da diyar kir ku ferman daye artêşê.

Fermana wî ya ku artêşê derbasî teyakkuzê bikin heye û li ser sînorê Rojava bi cih bikin heye. Tevî vê xendekên ji Qamişlo heta Efrînê yên mane jî ji nûve bên kolandinê. Her wiha daxuyaniyên wan yên wekê  herêma Tampon jî vê carê wek herêmên ewlehiyê bîne rojevê heye. Di rojevê de yek ji xalên herî esas jî ev e ku hêzên artêşê yên li Dîlok û Kilisê, li sînorê Efrînê bicih bikin. Hedefa sereke Efrîn e. DAIŞ ji Reqayê xistin dewrê. Navçeya Sevra girtin û ji wir jî berbi Ezaz ve çûn.  Rojhilatê Efrînê hewl tê dayîn ku ji aliyê DAIŞ’ê ve bê girtin. Li rojava jî Cephet El Nûsra ketiye nava tevgerê. Tê gotin ku AKP û Erdogan li gel DAIŞ’ê vê carê bi El Nûsra re tevdigere. Êrîşeke li dijî Efrînê mumkun e.

Gelo ev plan tenê di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de ye? DYA’ya ku li dijî DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyên gelek baş de ye, heta niha têkildarî vê mijarê de ti tiştek negotiye. Ji ber vê jî pirsa dibe ku di vê mijarê de li hev kiribin, tê hişê mirovan.

Berpirsyarê têkiliyên derve yên PDK’ê Sefîn Dîzeî ku bi salan nûnertiya PDK'ê ya li Enqereyê kiriye, der barê komkujiya çeteyan li Kobanê pêk anî de daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de tişta ku bal dikişand û nîşaneyên ku hebûna wan ya di nava vê planê de, heye derdiket holê. Di daxuyaniya Dîzeî de li ser paqijiya etnîk PYD hedef tê girtin. Her wiha di daxuyaniyê dibêje ku eger hun nikarin gel û gelan biparêzin hun çima evqas pêşde diçin. Mirov difikirin gelo ev versiyoneke cuda ya plana Tirkiye, AKP  û PDK’ê ya li hemberî rojava ye. Lewra li gorî plana berê Efrîn û Kobanê ji Tirkiyeyê re dihişt. Cezîre jî ji PDK’ê re dihat hiştin. Ev jî nîşan dide ku ev plan ji nû ve bi versînonên cuda dikin dewrê.

YEK JI HEDEFÊN PLANÊ BÊ MIROV HIŞTIN BÛ

Yek ji hedefên komkujiya ku li Kobanê pêk hat û di demên pêş de îhtîmaleke meizn wê li Efrînê bê kirinê, eve ku Rojava bê mirov bê hiştin.  Di esasê de ev jî ne planeke nû ye. Ev planeke ku sê sal berê di navbera PDK û Tirkiyeyê de hatiye kirinê ye. Lê tevî hemû lîstik û entrîkayan, vê planê pêk negirt.  Gelên Rojava warê xwe terk nekirin. Kobanê 8 mehan rastî êrîşên hovane hat. Lê bê mirov nema.  Piştî hat azadkirin şûnde welatî vegeriyan warê. Di vê dema ku hîna welatî vedigerin ser xaka xwe de, armanca pêkanîna komkujiyeke wisa, tê wateya ku peyama Rojava ne bi ewleye bidin gelan. Bi vê re dixwazin demografiya Rojava biguherin.

Lê gel û gelên Rojava tevî hemû êrîşan ev sê salin bedelên mezin dan û xeka xwe  terk nekirin. Bi tecrubeyên ku qezenckirin wê ji berê zêdetir berxwe bidin. Di şert û mercên herî zehmet de xaka xwe terk nekirin. Ji vir şûnde jî wê ti car terk nekin.