PKK’ê ‘Şehîdên Meha Hezîran’ê’ bibîr anî

Komîteya Rêvebir a PKK’ê şoreşgerên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê şoreşgerên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Dema em şehîdên meha Hezîranê bibîr tînin; bi rastiya Zîlan (Zeyneb Kinaci) a îfadeya giştî şehadetan nûnertiya asta jor a gurçûpêça bîrdozî, hest, fikir ku şexs derbas kiriye û zimanê rêxistinkirî yê civakê re bûye sazî û xeta berbiçav a azadiyê.” Komîteya Rêvebir a PKK’ê diyar kir ku Hanim Yaverkaya 30’ê Hezîrana 1985’an li Dihê di pevçûneke li hember artêşa Tirk de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye, dîsa endamê Komîteya Meclîsê ya PKK’ê Îsmaîl Îbrahîm ê di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest daye, Velî Hamza-Hasan Gullu yê li Riha ji dayik bûye bi aliyê xwe yên bîrdozî û rêxistinê ji her kesî re bûye mînak û di destpêka têkoşîna azadiyê de tevlî bûye bibîr anî.

Komîteya Rêvebir a PKK’ê got, “Mezinbûna armancê her dem mezinbûna çalakiyê jî diyar kiriye. Mirovbûn di rastiyê de bûyereke mezin e. Di vê çarçoveyê de, di şerê me yê mirovatiyê de şehîdên me yên pêwîst e her yek ji wan bibe abîde, vaye wek qehremanên mezin ên vê merheleyê pêk tînin wê di dîrok û hişê me de cih bigirin û wê wek nirxên me yên nemir bimînin.

Di vê çarçoveyê de, Dema em şehîdên meha Hezîranê bibîr tînin; bi rastiya Zîlan (Zeyneb Kinaci) a îfadeya giştî şehadetan nûnertiya asta jor a gurçûpêça bîrdozî, hest, fikir ku şexs derbas kiriye û zimanê rêxistinkirî yê civakê re bûye sazî û xeta berbiçav a azadiyê. Ji ber vê sedemê di oxira jiyana azad de çi hebe, eşqa neteweyî, jin û zilamê azad, jiyaneke bi prensîb a li ser esasê redkirina her cûrê paşverûtiyê, ji bo vê jî şerên dijwar û bi kîn ên li hember dijmin çarçoveya xeta Zîlanbûnê ye.

Ev xet bi qasî ku bîrdozîk û felsefîk e, nûnertiya hest a di asta herî jor de ye. Yên pêre dimeşin bi çalakî, jiyan, rêxistinkirin, feraseta hezkirinê, di tarz û tempoyê de xwedî nêzîkatiya mîlîtanî ne. Ji ber ku Zîlan kesayeta serketinê ya sembolîzeyê ye. Yekitiya mezin a jiyana bi serketinê re, bi gotineke din navê yekîtiya serketin û eşqê ye.

Kesên ji jiyanê hez dikin dikarin bibin xwedî çalakiyeke wiha mezin. Kesên dev ji jiyanê ber didin qet nikarin bibin çalakvan û rêxistinker. Hezkirina mezin a Zîlan a ji jiyanê re wê ber bi çalakiyeke wiha mezin ve dibe... Zîlan vejîna dîrok û jinê ye. Ji ber ku bi temamî çalakiyeke li hemberî mirovatiya li ser navê mirovtiyê hatiye xistin li hemberî rejîmeke faşîst, li hemberî artêşê, li hemberî xistina zayenda jinê ye, di vê çarçoveyê de jî Zîlan manîfestoyeke.

Çare di nasnameya Zîlan de ye. Zîlan navê çalakiya mezin, jiyana mezin û xwestina evîna mezin e. Eger ev destpêkek be, eger em biser bikevin wê rastiya me ya civakî pêş bixe, tevahî beşên civakî li ser vê bingehê em ê ji nû ve ava bikin. Jixwe azadiya neteweyan jî tenê bi vê gengaz e. Di dîroka her gelî de nirxên wiha veguherîner hene. Kesayeta Zîlan di vê rastiyê de çarçoveya me ye.

Li ser vî esasî, em hevrêyê xwe Nezîr Abak ê li Dêrik a Mêrdînê ji dayik bûye û di 6’ê Hezîrana 1980’ê de li gundê Şaban ê Dêrik a Mêrdînê ji aliyê hêzên mêtinkar-hevkarên herêmî ve hat şehîdkirin, hevrê Hatîp Esen ê li Dêrika Mêrdînê ji dayîk bûye û 19’ê Hezîrana 1980’ê şehîd ketiye, em wek şehîdên partîbûyîna me bibîr tînin û li hember wan birêzdarî bejna xwe ditewînin.

Em soza xwe ya ala wan a serketinê ji nifşan veguhêzin nifşan dubare dikin. Hevrêya me Hava-Hanim Yaverkaya ya li Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê ji dayik bûye yek ji hevrêya me ya jin a pêşeng a tevgera azadiyê û ji damezrandina partiyê ve di nava têkoşînê de cih girtiye, 30’ê Hezîrana 1985’an li Dihê di şerekî li hember artêşa dijmin de bi du hevrêyên xwe re digihêje şehadetê. Em di şexsê hevrêya xwe Hava de şehîdên xwe bibîr tînin û soza şopdariya wan dubare dikin. Em di şexsê hevrêyê xwe Fîraz-Ferîd Osman ê li Recoya Efrînê ji dayîk bûye, Arif-Mehmet Oner ê li Pîrîn ê Semsûrê ji dayik bûye, çar hevrêyên xwe yên di 21’ê Hezîrana 1990 ê li Şîro (Poturge) ya Meletiyê di şerekî de şehîd ketin bi rêz û hurmet bibîr tînin, soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Hevrêyên me Îsmaîl-Îsmaîl Îbrahîm ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê yên ji Dêrikê û hevrêyên me yên bi navê Emîn-Hasan Orek ên ku ji Qilaban a Şirnexê ne di 26’ê Hezîrana 1990’an de li Elbaka Wanê di encama pevçûnekê de her du hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dan û tevlî karwanên şehîdan bûn. Di kesayeta wan de em her çar hevrêyên xwe bi minetdarî bibîr tînin, di dema ku li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin, didin diyarkirin ku em ê xwedî li mîrasê li pey xwe hiştine derkevin.

Em hevrêya xwe Rojîn-Diyanet Turkan a ji Sêrtê ku dema bi çar hevrêyên xwe re ji Garisa derbasî Garzanê dibin û bi artêşa dijmin a mêtinkar re dikevin pevçûnê û di encamê pevçûnê de gihiştine şehadetê jî bi minetdarî bibîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrêyê me Edîp Mazlûm-Veysel Uysal ê ji Cîhanbeylî ya Konyayê di 28’ê Hezîrana 1991’an li Îslahiye ya Dîlokê di pevçûneke li hember hêzên artêşê de bi du hevrêyên xwe re digihêjin mertebeya şehadetê. Di kesayeta hevrêyê me Edîp Mazlûm de em hemû şehîdên xwe yên Başûrê Rojava bi minetdarî carekî din bibîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Em hevrêyê me yê Rojava Erdal-Xalid Ehmed ê ku di 6’ê Hezîrana 1993’an de li herêma Girê Demê yê girêdayî Besta yê di pevçûneke bi hêzên dijmin de bi sê hevrêyên xwe re gihişt şehadetê jî bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Em Di kesayeta hevrê Aydin-Aydin Yildiz ê li Mazgêrd a Dêrsimê ji dayikbûyî de, şeş hevrêyên xwe yên ku 23’ê Hezîrana 1993’an dema ji vegera çalakiyeke di pevçûneke rûdayî de heya guleya xwe ya dawiyê li ber xwe dayî û gihiştî şehadetê jî bi minetdariyeke mezin bibîr tînin û em didin diyarkirin ku bi hezaran şopdarên wan li ser rêya wan meşê didomînin.

Di kesayeta hevrê Cigerxwîn-Abdurrahman Erbaş ê li Kercosa Êlih’ê ji dayîkbûyî, ku di 27’ê Hezîrana 1993’an di pevçûneke piştî çalakiya rêbirînê de rûdayî de bi pênc rêhevalên xwe re gihiştî şehadetê jî bi rêzdarî bibîr tînin û soza jiyandina bîranîna wan dubare dikin.

Hevrêyê me Velî Hamza-Hasan Gullu yê li Riha ji dayik bûye ku bi aliyê xwe yên bîrdozî û rêxistinî ji her kesî re bûye mînak û di destpêka têkoşîna me de tevlîbûye di 30’ê Hezîrana 1993’an Kadun a Qilabanê gihiştin şehadetê. Em di têkoşînê de soza xwe ya serketinê dubare dikin, li hember bîranîna wan bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînin.

Em di şexsê hevrêyê xwe Celal Mardîn ê di Hezîrana 1995’an de li Qeşûra ya Colemêrgê di şerekî de bi sê hevrêyên xwe re gihişt şehadetê bi rêz û hurmet bibîr tînin.

Em hevrêyên xwe yên 27’ê Hezîrana 1998’an li Herkî ya Oremar ê di pevçûneke bi hêzên artêşê de bi sê hevrêyên xwe re gihiştin karwanên şehîdan jî di kesayeta hevrê Rûken- Emîne Xelef a li Kobanê ji dayik bûyî de  bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Em 12 hevrêyên xwe yên ku di 30’ê Hezîrana 1998’an ku di pevçûneke li gel hêzên dijmin de gihiştine şehadetê, di kesayeta hevrê Demhat-Îsmet Bahadir ê li Colemêrg’ê ji dayik bûye, hevrê Ciwan-Levent Çelîk ê li Elmanyayê ji dayik bûyî, hevrê Têkoşer-Huseyîn Yildiz ê li Gever ê ji dayik bûye, hevrê Jiyan Amed-Nadîre Selçûk a li Amedê ji dayik bûye de bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Em hevrê Rifat Komando-Emîn Mihemed Horo yê ku di 21’ê Hezîrana 1999’an li Qerqelî ya Wanê şehîd ket jî bi rêzdarî bibîr tînin û didin diyarkirin ku em ê şopdarê wî bin.

Em çar hevrêyên xwe yên ku di 22’ê Hezîran’ê li Hîzarana Hecî Umrana li herêma Soran di pevçûneke de gihiştine şehadetê jî di kesayeta hevrê Şahîn-Ehmed Rizgar ê li Silêmanî ji dayik bûye de bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Hevrê Hozan-Ehmet-Arafat ê li Tirbespî yê ji dayik bûye di pevçûneke 29’ê Hezîrana 1999’an li Zerzan/Delanper ê de rûdayî de bi du hevrêyên xwe re digihêje şehadetê. Em şehadeta wan bi minetdarî bibîr tînin, em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Em heft hevrêyên xwe yên ku di 29’ê Hezîrana 1999’an li pevçûneke li herêma Zagros/Cîlo rûdayî û gihiştine şehadetê di kesayeta hevrê Akîf-Ehmed Mistefa yê li Kobanê ji dayik bûye û hevrê Zozan-Suat Xelîl a li Helebê ji dayik bûye de bibîr tînin û soza hîn bilindtirkirina têkoşîna wan nû dikin.

Em pênc hevrêyên xwe yên di 30’ê Hezîrana 2000’an di pevçûneke li herêma Behdînan/Garê yên bi hevkarên herêmî re rûdayî û gihiştî şehadetê, di kesayeta hevrê Karwan-Evdilqadir Hemîd ê li Kerkûkê ji dayik bûye û hevrê Kerîm-Abdullah Avci yê li Sêrt/Dihê ji dayîk bûyî de bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Em hevrê Cemal-Riyaz Hasan Mehmet ê di 26’ê Hezîrana 2001’an di pevçûnek li herêma Amed/Pasûrê yê li hember hêzên dijmin, bi sê hevalên xwe re gihiştine şehadetê jî bibîr tînin û soza jiyandina bîranîna wan nû dikin.

Em hevrêyên Erdem Erdal-Aslan Guze yê li Gêxî/Çewlikê ji dayik bûye di pevçûneke 21’ê Hezîranê li Dêrsimê gihiştî şehadetê, hevrê Mûnzûr Dêrsim-Cahît Dagtekîn ê li Dêrsîmê ji dayik bûye û di pevçûneke 15’ê Hezîrana 2003’an de li gundê Pûl ê Çewlîkê rû da de gihiştî şehadetê, hevrê Orhan-Aso Arîf ê li Silêmanî ji dayik bû û di pevçûneke Hezîrana 2006’an li Akdag/Amedê rû da de gihişt şehadetê, hevrê Ciwan-Bakî Eren ê li Elbîstan/Mereşê ji dayik bûye û di pevçûneke 18’ê Hezîrana 2006’an a li Çempîrê/Elkêh’ê rûdayî û şehîd ket jî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Em hevrê Serxwebûn Amed-Ahmet Okur ê li Amed/Hezro ji dayik bûye û di pevçûneke 24’ê Hezîrana 2005’an a li Çewlik/Dalitepe rû  da, gihişt şehadetê bibîr tînin û li ber bîranîna wî bejna xwe bi rêz û hurmet ditewînin.

Em hevrêyê xwe Têkoşer Amed-Bedrî Odabaşi yê li Amed/Çermûkê ji dayik bûye û di pevçûneke 23’ê Hezîrana 2007’an de li Farqîn a Amedê de rû da û gihişt şehadetê bi rêzdarî û bi minetdarî bibîr tînin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku kesên dixwazin li hember her cure koletî û zilmê azadiya xwe bidest bixin di vê oxirê de berdêlên pir mezin didin û diyar kir, di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de ji gelê Kurd û Kurdistanê berdêlên pir mezin hatine dayîn û hê jî tên dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo gelê Kurd her şehadetek xeleka ji tarîtiya zilmê bi heqîqetê ber bironahiyê ve çûyîn e” û wiha hat gotin, Şêx Seîd ê sembola jiyana bi rûmet û bi nasname  di asta herî jor de û hevrêyên wî diçûn sêdarê ku gotin, ‘Ji ber ez ji bo neteweyê xwe dibim qurban ne poşman im’ hê jî îro ji aliyê yên li pey wan bi dehan Şervanên Azadiyê, vê ala sor bi heman awayî hem li Kurdistan hem li Rojava ji bo azadiyê li ba didin.

Careke din em li hember Şêx Seîdan û şehîdên şoreşa Rojava bejna xwe ditewînin, em bang li gelê me û gelên me dikin ku li derdora şehîdên me yên rêveberên mezin ên doza azadiyê bibin yek û xwedî li pêvajoya şoreşî derkevin.”

...