'PKK bi gotin û kirina xwe bû tevgera gel'
Gerîlayên HPG'ê 38. salvegera damezrandina PKK'ê nirxandin û gotin, "PKK bi felsefeya Rêber Apo îro ji bo hemû gelan têkoşîna azadiyê dide."
Gerîlayên HPG'ê 38. salvegera damezrandina PKK'ê nirxandin û gotin, "PKK bi felsefeya Rêber Apo îro ji bo hemû gelan têkoşîna azadiyê dide."
Gerîlayên HPG’ê bi wesîleya 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Radyo Dengê Kurdistanê re axivîn.
'PKK JI BO GELÊ KURD BÛ RONAHIYA JIYANÊ'
Gerîlayê bi navê Dara Adar, di sala 2009’an de beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Adar di destpêka axaftina xwe de roja damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd û tevahî gerîlayan pîroz kir û got; "Malbeta min welatparêz bû. Min di 7-8 saliya xwe de navê PKK’ê bihîst. Ji roja min navê PKK’ê bihîst û şûnde vê tevgerê ez bi ber xwe ve kişandim. Ez a niha jî nikarim tam wan hestên xwe vebêjim. Ruhekî pêwîst e ku mirov di hundirê xwe de bijî. Min jî ew kêlî bi bihîstina navê PKK’ê jiya û ez niha bi wî ruhî dijîm. Û ew ruh min li ser piyan digire û pêş dixe. Ez dikarim bêjim ez bi navê PKK’ê mezin bûm. Navê PKK’ê bi serê xwe cihê mereqê bû. Heya ez gihîştim temenê xwe yê ciwantiyê mereqa min zêde bû ku ez PKK’ê nas bikim. Navê PKK’ê ji min re pir balkêş û germ dihat. Ji xwe gelê herêma Botanê cihê yekem PKK’ê naskiriye û gerîla di bin pêşengtiya fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de ketiyê’ ye. PKK bi navê xwe, bi felsefe û armanca xwe ji bo hemû pirs û lêgerînên min ên jiyanê bû bersiv."
'PKK BI GOTIN Û KIRINA XWE BÛ TEVGERA GEL'
Gerîlayê bi navê Hemze Dilxwaz ê ku di sala 1999’an de beşdarî gerîla bûye wiha nêrînên xwe anî ser ziman; "Ez di serî de roja vejîna gelan avakirina PKK’ê li Rêber APO, gelê kurd, hemû gelan û hevalên di zîndanan de pîroz dikim. Her wiha di şexsê şehîd Hekî Qerer de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînim. Dema navê PKK’ê di nav gel de hate bihîstin hinek tirs û xov hebû. Ji ber gelê me di dîrokê de û heya derketina PKK’ê bê rêber, îdeolojî û rêxitin bû. Lê PKK’ê bi van tiştên xwe ji tevger û serhildanên kurdan cuda di Kurdistanê de derket û pêşve çû. PKK bi gotin û kirina xwe bû tevgera gel. Bo wê ez dikarim bêjim gel hêza xwe ji PKK’ê, PKK jî hêza xwe ji gel digire. Her du bê hevdu nabin. Weke goşt û neynokên bi hev re girêdayî ne. PKK di bedena gelê Kurd de bû ruhê ji nû ve vejînê û xwe her roj mezin dike. PKK bû raman, dil, çav û guhê gelê me. Û ne tenê ji bo gelê kurd, îro ji bo hemû gelan bûye hêvî. Hereketa Rêber APO ava kirî xwedî vîneke ji pola ku kes nikare biqedîne. Ji bo wê gelê me her roj dibêje em bê PKK’ê nabin. PKK gel e û gel jî PKK ye."
Dilxwaz, gotinên xwe wiha berdewam kirin; "Rêber APO digot, 'li Kurdistanê ne tenê APO’yek bi hezaran APO û serok çêbûne'. Gelê me êdî weke berê nîne û dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û biryara çawa jiyan bike bide. Ev bi saya PKK’ê û rêber APO hate avakirin. Em ê jî weke ferdên vî gelî heya dawî tekoşîna xwe bidomînin."
'PKK BÛYE HÊVIYA GELAN'
Gerîla Lezgîn Zagros ku di sala 2000’an de beşdarî tevgera PKK’ê bûye jî axivî û wiha behsa, ka ev roj çima weke cejin tê pênasekirin kir; "Ez jî vê rojê di serî de li rêber APO pîroz dikim û bejna xwe li ber berxwedana rêber APO ditewînim. Her çiqas 38 sal di ser avakirina hereketa PKK’ê re derbas bûye jî lê, her roj xwe ji nû ve ava dike. PKK bi kirin û gotinên xwe tu carî kevin nabe her tim zindî ye. Û îro jî bûye hêviya hemû gelan. Çawa ji bo her civak û gelekî rojên cejn û şahiyê hene, ji bo gelê me jî roja avakirina PKK’ê weke roja vejînê tê pêşwazîkirin. Em jî her sal li qadên gerîla bi darxistina şahiyan vê rojê pîroz dikin. Em di vê rojê de careke din li hemberî berxwedana Rêbertî, gel û rastiya şehîdan xwe di lêpirsînê re derbas dikin û soza tevlîbûna xwe nû dikin. Lewre em çiqas tekoşînê bidin em dîsa jî dêndarê vê hereketê ne. Ez jî careke din vê rojê li hemû gelê me, Rêber APO û gerîla pîroz dikim. Û dibêjim bila hemû ciwanên kurd berê xwe bidin nav gerîla."
'PKK XWE BI RUHÊ CIWANTIYÊ DAFIRÎNE'
Gerîlayê ciwan ê bi navê Koçer Zane di sala 2015’an de tevlî PKK’ê bûye. Zane nêrîn û hestên xwe yên di der barê PKK’ê de wiha anî ser ziman; "Ez jî weke ciwanekî kurd û gerîla vê rojê li serok APO, gelê me, ciwan û hemû gerîlayan pîroz dikim. PKK ji roja hatiye avakirin û heya niha tevgereke ciwanan e. Tevgereke her tim xwe zindî û nû dike. Di PKK’ê de pîrbûn nîne. Hêza xwe ji rihê ciwanan digire. Ji ber wê pergala desthilatdar jî herî zêde êrîşî ciwanan dike. Ciwanan ji rastiya wan biyanî dike. Lê, PKK berovajiyê vê vîn, hêvî û xwebûnê di ciwanan de dide avakirin. Min rastiya xwe û ya gelê xwe di nav PKK’ê de nas kir. Hêza herî zêde pêwîst e ku rast xwe binase û dîroka xwe fêr bibe ciwan in. PKK xwe bi rihê ciwantiyê diafirîne. Ji ber ku rêber APO, dibêje, ‘me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bigihên serkeftinê’. Ez îro ji ber vê heqîqetê jiyan dikim weke ciwanekî xwe pir bi şans dibînim û dibêjim bila ciwan werin cihê xwe di nav PKK’ê de bigirin. Ji ber ku riya azadiya ciwan, jin û hemû gelê me di famkirina PKK’ê re derbas dibe. Di jiyîna ruhê PKK’ê re derbas dibe."